Eshed Çîço Yehya, sala 1936an li gundê Dirêyê Herkî Benecî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li kampên Zêweyê niştecih bûye.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona Heso Mîrxan Dolemerî de bûye Pêşmerge. Sala 1963an beşdarî şerê Çiyayê Pirsê kiriye.
Sala 1980yî peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye li sînorê rêxistina Tewrêzê, sala 1982an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li cem Fermandeyê Melhem Dirî bûye Pêşmerge. Sala 1986an ligel Fermandeyê Melhem Dirî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê ji bo encamdana çalakiyên partîzanî. Sala 1988an beşdarî dastanên Xwakurkê kiriye û di heman dastanê de Şehîd bûne, li goristana Mela Basek li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




