Şehîd Eris Melak Law Bajo Kanîelincî, di sala 1930î de li gundê Kanîelincê yê nahiyeya Goretû ya qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di sala 1945an de awareyî welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye. Di sala 1947an de piştî rûxana Komarê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li zêdê xwe niştecî bûye.

Di sala 1943an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa duyem a Barzan (1943-1945) kiriye û bûye Pêşmerge, di sala 1946an de careke din di Hêza Barzan de bûye Pêşmerge û berevanî li Komara Kurdistanê li Mehabadê kiriye.

Di sala 1961ê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî gelek şerên devera Badînanê dijî Artêşa Iraqê bûye, di nav wan de şerê Geliyê Zawîte, Lomana, Serzêr, Serê Akrê, çiyayê Pîrs, devera Sîdekan û devera Balekayetiyê.

Di sala 1962an de di şerê Zînê Mawilyan de ji aliyê Artêşa Iraqê ve Şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.