Encûmen Yar Ehmed Efrasyaw, sala 1955 li gundê Zerdehalê ser bi nahyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Sala 1974 bûye pêşmerge li cem Ekber Heyder Xaneqînî ku ser bi lqa çaran a batalyona heftan a Biyareyê ya hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di Şoreşa Eylûlê li devera Mêrgesor û Rewandiz û Bêxalê erka pêşmergatiyê dîtiye, di heyva mijdara 1981 dubare bûye pêşmerge li hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermandeyiya Nadir Hewramî, yek ji nêzîkên Nadir Hewramî bûye, li cem wî erk wergirtiye.
Sala 1983 beşdarî kiriye di şerê Ehmedawa, di rûbirûbûna li gel Artêşa rêjîma Beis fîşek lê ketiye û şehîd bûye, herwiha li gel wî du hevsengerên wî bi navên Reûf Hecîcî û Seyid Kemal şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





