Şehîd Emîn Mihemed naskirî bi (Mîne Reş), sala 1912 li gundê Casene yê ser bi nahiyeya Sûrdaş a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar û du xêzan û çar kur û sê keçên wî hebûne, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li gundê Dû Awan a ser bi bajarê Newsoy (Newsûd) a Îranê niştecî bûye û di sala 1976an de vegeriyaye gundê Casene yê Başûrê Kurdistanê. 

Sala 1962 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û li lqa du bi fermandeyiya Şêx Ebdulxaliqê Şedelê, ser bi betalyona 3yê Sûrdaş bi fermandeyiya Fatih Hemereş, ser bi Hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerê Çiyayê Sefîn, şerê Hîran û Nazenîn, şerê Dola Simaqolî, şerê Derbendîxan, şerê Kilkesimaq, şerê Çiyayê Qeredax, şerê Çiyayê Zimnakoyê, şerê Baziyan û şerê Çiyayê Zozik kiriye. 

Di jiyana pêşmergatiyê de du caran birîndar bûye, sala 1962 li binarê Çiyayê Sefîn di şerê Simaqolî de bi fîşekê birîndar bûye, herwiha sala 1974 di şerê Çiyayê Zimnakoyê bi bombebarana firokeyên artêşa Îraqê bi sextyî birîndar bûye. Sala 1974 piştî pêşêlkirina bendên rêkevtinnameya 11ê adara sala 1970an ji aliyê hikûmeta Îraqê û destpêkirina şer, pileya serleqê pêncî ser bi betalyona 3yê Sûrdaş bi fermandeyiya Enwer Ezwer li Hêza Rizgarî wergirtiye. 

Mîne Reş piştî birîndarbûn û awarebûna xwe, sala 1976 vegeriyaye gundê Casene û di Şoreşa Gulanê bi sedema birînên xwe pûç bûye û şiyana çûna çiya nemaye, bi rêya rêkxistinê dirêjî bi xebata partayetî ya xwe daye. 

Sala 1980 bûye endamê rêkxistina Sê Kaniyan a lijneya navçeya Silêmaniyê ser bi lqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Hacî Mehmûd Gewredêyî berpirsiyarê rêkxistinê bûye. Sala 1984 Mîne Reş bûye kadroyê rêkxistinê û berpirsiyariya şaneyên nihênî yên devera Dûkan û Pîremegrûn wergirtiye. 

Di 6ê kanûna paşîn a 1988an de mefrezeyeke caş û serbazên rejîma Beis çar dora malên wan girtine li gundê Casene û xwe radest nekiriye û rûbirûyê wan bûye, piştî demeke dirêj a berevanîkirinê di encamê de Mîne Reş ketiye destê serbazan û hatiye girtin, dûre ji aliyê caş û serbazan ve her li nav gundê Casene Mîne Reş gulebaran kirine û Şehîd bûne. 

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê