Elî Reûf Mihemed, sala 1971ê li gundê Sergetê ser bi nahiyeya Biyare ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê bajarê Helebceyê bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye.
Sala 1983yê bûye kadroyê şaneya nihênî ya şehîd Zulfeqar Mehmûd ku ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Liqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Sala 1983yê yek ji beşdarbûyên xwepêşandana bajarê Helebceyê bûye, bi vê sedemê maweya du mehan ji aliyê emniya rejîma Beis ve hatiye girtin.
Sala 1985an bûye Pêşmerge di mefreza ya şehîd Zulfeqar ku ser bi baskê serbazî yê Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê bûye, sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye, di azadkirina qezaya Pêncwên, bajarê Helebceyê, nahiyeya Erebet, qezaya Derbendîxan, devera Qeredax, parêzgeha Silêmaniyê, parêzgeha Kerkûkê beşdarî kiriye, di azadkirina devera Qeredax de fîşek bi wî ketiye û birîndar bûye.
Elî Reûf Mihemed ligel heft hevsengerên xwe li ser Girê Pîroz li nav bajarê Silêmaniyê sengerên berevaniyê dadimezirînin û bersiva du êrîşên serbazî yên rejîma Beis didin, lê di 8ê cotmeha 1991ê de ji aliyê topxaneyên Beis ve gir hatiye topbarankirin û gulleyên hawenê, di encamê de Elî Reûf Mihemed û her heft hevsengerên wî Şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




