Elî Mehmûd Muradxan Keyanî, sala 1945an li gundê Hesen Awa yê ser bi nahiyeya Sîrwan a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, Barzaniyê nemir nasnavê Dayika Kurdistanê bi dayika Elî Mehmûd bexşiye.

Sala 1959an peywendî bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di şaneya nihênî ya Hêzên Şemîranî ya ser bi Hêzên Xebatê de bûye endam, sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, li lîwaya Newrolî ya Hêzên Şemîranî ya ser bi Hêzên Xebatê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.

Sala 1963an beşdarî şerên Dastana Pirdê Zelm û şerê çiyayê Zozik li nahiyeya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê û şerên devera Newrolî û devera Şemîranî li parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Sala 1964an pileya serpelî li lîwaya Newrolî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wergirtiye.

Sala 1968an di yek ji şeran de û bergirîkirina li hember êrîşa Artêşa Iraqê li deşta Şarezûrê fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.