Elî Ehmed Îbrahîm Dêzoyî, sala 1932an li gundê Dêzo yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye, sala 1945an awareyê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye, sala 1946an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di hêza Zaxo de bi fermandeyiya Îsa Siwar bûye Pêşmerge. Beşdarî çendîn şer û destanan kiriye di nav wan de şerê Qişleya Dêrebînê, Geliyê Spî, Eyn Zale, Rebîe. Pileya serpelî wergirtibû.

Sala 1975an di navbera Zaxo û Kanî Masî de Şehîd bûne. Li goristana gundê Berçî ya nahyeya Şêladizê bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.