Jînenîgarî

Ekrem Elî Reza Umer Di sala 1957an de li gundê Aşokanî yê ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Şehîd Ekrem Elî xwediyê pênc birayên Şehîd e bi navên Şehîd Ferhad Elî Reza di sala 1974an de, Şehîd Eskender Elî Reza di sala 1983an de, Şehîd Telhet Elî Reza di sala 1988an de, Şehîd Fettah Elî Reza di sala 1988an de, Şehîd Rezaq Elî Reza di sala 1988an de.

Xebatname

Şehîd Ekrem Elî di sala 1974an de bûye Pêşmerge di pola Elî Reza yê bavê xwe de li Hacî Omeran, ev pol di sala 1961an de hatiye damezrandin û rasterast peywendiya wan bi Baregeha Barzanî re hebûye û baregeha wan li devera Barzan û Hacî Omeran bûye.

Di sala 1974an de li devera Barzan di rûbirûbûna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê de bi giranî birîndar bûye, piştî yek saetê ji birîndarbûna xwe ji ber giraniya birîna xwe Şehîd bûye û hevsengerên wî li goristana gundê Barzan bi xakê spartine. 

Çavkanî:

Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.