Ehmed Tofîq Ebdulqadir, sala 1951ê li gundê Berwênê yê ser bi nahyeya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Exter Ehmed bûye û xwediyê du keçan bûye bi navên Xoşke û Perjîn.
Sala 1969an bûye Pêşmerge di quweta Şemîranê, ew quwete hêzeke serbixwe bûye û bi fermandeyiya Şehîd Heme Şemîranî, ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, sînorê çalakiya wê quwetê li devera Şemîran û devera Newrolî bûye. Lê piştî çêkirina pêkhateya serbazî ya Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev quwete her wek quweteke serbixwe ma û xistin ser hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di çendîn şeran wek şerê Bemo, şerê Zimanako, şerê Qeredax, şerê Hewraman, şerê Helebceyê beşdarî kiriye.
Sala 1974an di şerê Zimanako de du guleyên serbazên rejîma wê demê ya Îraqê li lingê wî yê çepê ketine û birîndar bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di lîqa Şehîd Ezîz Tofîqê birayê wî de ya ser bi batalyona Tagozî bi fermandeyiya Qadir Hemesaîh Tagozî berdewamî bi xebata Pêşmergatiya xwe daye.
Di 15ê îlona 1981ê de ji bo encamdana erkekî şoreşê çûye nav bajarê Helebceyê, piştî temamkirina erkê xwe ketiye nav kemîna caşên rejîma Beis û Şehîd bûne, sala 1982an birayekî wî bi navê Ezîz Tofîq Şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





