Di sala 1969an de tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şemîranê bû, ku hêzeke serbixwe bû bi fermandariya Şehîd Heme Şemîranî, rasterast ferman ji serkirdayetiyê werdigirt, sînorê çalakiyên wê li herêmên Şemîran û Wedadî Nûrolî bû, lê piştî avakirina pêkhateyên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de, wek hêzeke serbixwe ma û li ser hêzên Xebat ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat zêdekirin. Di gelek şeran de beşdar bû, ji wan: Şerê Bemo, Şerê Qeredax, Şerê Hewraman, Şerê Helebceyê. 

Di şerê Zemnako yê sala 1974an de piştî ku du guleyên leşkerên rejîma Îraqê ya wê demê lê ketin, birîndar bû. Piştî şikestina Şoreşa Eylûlê têkoşîna xwe di siryeya Pêşmerge de bi fermandariya birayê xwe Şehîd Ezîz Tewfîq û ya ser bi fujê Tagozî bi fermandariya Qadir Heme Salih Tagozî berdewam kir. 

Di 15ê Eylûla 1981ê de ji bo pêkanîna erka yek ji erkên şoreşê ket bajarê Helebceyê, piştî temamkirina erkê ket kemîneke ku cêhşên rejîma Be's danîbûn, li wir rastî gulebaranê hat û di encamê de şehîd bû, tê gotin ku birayê wî Ezîz Tewfîq jî di sala 1982an de şehîd bûye.   

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê