Şehîd Ehmed Teha Elî di sala 1938an de li gundê Ergoş ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye.
Ehmed Teha Elî, di sala 1973an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1991ê de piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di sala 1992an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di artêşa Barzan de bûye Pêşmerge. Heta sala 1994an beşdarî şerên parastina serweriya yasayê û Herêma Kurdistanê bûye.
Di 28ê gulana 1994an de di şerê navxweyî de li nêzîkî bazgeha Şawês hatiye şehîdkirin. Termê wî li goristana Zulfeqar a bajarokê Herîrê tê veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




