Şehîd Ehmed Seîd, sala 1927an li gundê Girde Azebanê ya qezaya Mexmûrê, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye; gundî bû û bi karê cotyariyê ve mijûl bû, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye û xwediyê du kur û du keçan bû.

Di sala 1965an de li bajarê Hewlêrê wekî polîs hatiye tayînkirin, di sala 1968an de têkiliya xwe bi Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê re bihêz kiriye û li şaxa duyemîn a tabûra Hêza Piştgiriyê ya Betwata bûye Pêşmerge.

Di sala 1969an de li eniya parastina Çiyayê Makokê, ji ber bombebarana balafirên rejîma Beasê, Seîd şehîd bûye.

Çavkanî:

1- Arşîva beşa ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.