Jînenîgarî

Ehmed Mewlûd di sala 1897an de li gundê Aqûbanê yê ser bi nahyeya Hîranê ya qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Navê hevjîna wî Fatime Ebdulla bûye û xwediyê sê kuran bûye bi navên Wahîd, Mihemed, Hamid. Herwiha pênc keçên wî jî hebûne ku navên wan ev in: Meryem, Nexşîn, Xecîc, Xatûn, Zeyneb. Di sala 1965an de li binê çiyayê Sefînê şehîd dibe.

Xebatname

Di sala 1961ê de Mehmûd Kawanî gund bi gund digere ji bo komkirina Pêşmergeyan ji bo amadekariya Şoreşa Eylûlê, diçin gundê Aqûbanê û çavên wan bi xelkê gund dikeve, navbirî rasterast peywendî dike û ligel Hêzên Pêşmerge, gund cê dihêle.

Di sala 1965an de li binê çiyayê Sefînê di rûbirûbûna ligel hêzeke caşên ser bi rejîma Beis a rûxayî de, guleya reşeşê lê dikeve û şehîd dibe. Dûre hevsengerên wî termê wî dibin gundê Aqûbanê û bi axê dispêrin.    

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.