Ehmed Mewlûd Mehmûd bi navê Ehmed Mîna tê naskirin, sala 1932 li gundê Belxeyê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê baxdarî bûye, zewicî bûye û navê hevjîna wî Kafiye Yimam bûye û xwediyê sê kur û sê keçan bûye bi navên Hişyar, Wekîl, Serdar, Mehtab, Suad, Şine.

Sala 1961 li pola Hewramanê ku Şêx Heme-Emîn serpol bûye û ser bi batalyona Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, sala 1965 di rûbirûbûna ligel Artêşa Iraqê ya wê demê li devera Bêllûleyê ya binarê Bemoyê bi giranî birîndar bûye, sala 1967 bûye berpirsiyarê girtîgeha şoreşê, ku li nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê bûye û ji aliyê Hêza Xebatê ve serpereştî hatiye kirin.

Sala 1969 Ehmed Mewlûd û du hevsengerên wî bi navên Mela Qayer û Elî Helaw li gundê Heme Oxan di navbera devera Newrolî û bajarê Helebceyê ketine kemîna Artêşa Iraqê ya wê demê û piştî du demjimêran rûbirûbûnê Ehmed Mewlûd û du hevsengerên wî Şehîd bûne.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.