Şehîd Ehmed Hemekerm, sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kirine û li lqa duyan a batalyona sêyem a Qeredaxê ya ser bi Hêzên Kerkûkê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, di sala 1974an de beşdarî şerê Çiyayê Bemoyê, şerê Derbendîxanê, şerê Çiyayê Qeredaxê û şerê Çiyayê Zozikê bûye.

Di çiriya pêşîn a 1974an de piştî girtina çend rebayeyên serbazî yên rejîma wê demê ya Îraqê li Kêwe Reş a Çiyayê Zozikê, ji aliyê topavêjên rejîmê ve bi tundî topbaran hatiye kirin û Ehmed Hemekerm Şehîd bûye, ji aliyê hevsengerên wî ve termê wî bo nahyeya Xurmalê hatiye veguhestin û li goristana Xurmalê spartine axê.

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.