Şehîd Ehmed Elî bi navê Ehmed Alî tê naskirin, sala 1942 li gundê Merjanê ser bi nahyeya Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye, zewicî bûye û xwediyê çar kur û pênc keçan bûye. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Ûrmiyê niştecî bûye, sala 1979 vegeriyaye Kurdistanê û li kampa Şawêysê niştecî bûye. Heta sala 1979 wek fermanber li dibistana Şawêysê hatiye damezrandin û niştecîyê Şawêysê bûye.
Sala 1974 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li batalyona yekê ya Dola Smaqulî ser bi hêza Sefîn bûye Pêşmerge. Beşdarî di şerê Derbendê Korê, şerê çiyayê Sefîn sertaserî, şerê Şîşar, şerê Makok, şerê Gomeaspan kiriye.
Piştî hilgirsana Şoreşa Gulanê, peywendî bi rêkxistinên nihênî kiriye û wek kadro berdewamî bi xebata xwe daye û bûye endamê lîjneya rêkxistina Mafur ser bi Lîjneya Navçeyê ya Şeqlawa ya liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di wê demê de Westa Yûnis berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê bûye.
Sala 1991 beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê başûrê Kurdistanê kiriye, beşdarî azadkirina Şeqlawa, Korê, Hîran, Şawêys, Hewlêr, Pirdê, Kerkûkê kiriye.
Di 31ê adara 1991ê de piştî vekişîna hêzên Pêşmerge ji bajarê Kerkûkê, Ehmed Alî û çend hevsengerên wî li bazgeha Şawêysê li Hewlêrê ketine bosiya serbazî ya rejîma Beis û Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




