Ehmed Elî Ehmed Mistefa nasraw bi Ehmedê Şêx Elî, sala 1951 li nahyeya Biyareyê ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê Biyareyê bûye û mijûlî karê cotyarî û baxdarî bûye. Xêzandar bûye û hevjîna wî navê wê Sûham Mecîd bûye, xwediyê sê kur û du keçan bûye bi navên Sîrwan û Hêmin û Umer û Amîne, Meryem, di 16ê adara 1988 Meryema keça wî di kîmyabarana bajarê Helebceyê de şehîd bûye.

Sala 1981 bûye pêşmerge li hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema bihêziya kesayetiya wî ya civakî li devera Hewraman û bajarê Helebceyê, Nadir Hewramî Berpirsiyarê lqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê û fermandeyê hêza Hewraman ji bo baregeha lqa çaran vediguhêze, di temenê pêşmergatiyê de sê caran birîndar bûye, sala 1983 li gundê Tepekurê ya deşta Şarezûrê, sala 1984 li gundê Şîremeřê ya deşta Şarezûrê, sala 1986 li gundê Beşaretê ya deşta Şarezûrê gelek bi sextî birîndar bûye û şeş gule lê ketine.

Sala 1985 pileya fermandeyê batalyonê ser bi hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, di heyva 4ê 1987 di rûbirûbûna artêşa rêjîma Beis li çiyayê Zerdeyê yê devera Qeredaxê şehîd bûye.

Çavkanî:

- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.