Şehîd Ebdullah Heme Reşîd nasraw bi Ebdullahê Hacî Reşîd Zêwê, di sala 1937ê de li gundê Zêwê yê ser bi nahiya Serçinar a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xwedî malbat û xwedî du kur û yek keç bûye.
Şehîd Ebdullah Heme Reşîd, sala 1964ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge Şoreşa Eylûlê kiriye û di leqê Şehîd Mela Resûl a ser bi Hêza Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî şerên Spîlk, Dûkan, Taslûce, Qule Poşîne, Axceler, Xirey Zêwê, şerên ser rêya di navbera Dûkan-Silêmaniyê de kiriye, du caran birîndar bûye, di şerê zincîreya Dûkanê de di sala 1967ê de fîşek bi baskê wî yê rastê ketiye, sala 1969ê di kemîna şeqama navbera Axceler û Kerkûkê de, fîşek bi raniya wî ya çepê ketiye. Sala 1968ê pileya Serpelî wergirtiye.
Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî û damezrandina fewcên pasewanên sînor, pileya Amer Fesîl di siryeya 3yê ya fewca 6ê ya Sûrdaşê de wergirtiye.
Sala 1974ê piştî destpêkirina şer ji aliyê Artêşa Iraqê ve li dijî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê, Ebdullah Heme Reşîd peywendî bi şoreşê ve kiriye û pileya Serleq di betalyona sêyê ya Sûrdaşê ya Hêza Rizgariyê de wergirtiye, di heman salê de pileya Cîgirê Fermandeyê betalyonê wergirtiye.
Di 11ê nîsana 1974ê de Ebdullah Heme Reşîd fermandariya hêzeke 145 Pêşmergeyî kiriye ji bo rûbirûbûna wê hêza leşkerî ya ku ji bajarê Kerkûkê ber bi Silêmanî û Şarezûrê ve ketiye rê, Ebdullah Heme Reşîd û hevsengerên wî li nêzîkî bazgeha Taslûceyê, kemîn ji bo hêzê danîne û li wir rûbirûbûneke dijwar a çend demjimêran di navbera wan de çêbûye, di encamê de Ebdullah Heme Reşîd Şehîd bûne û hevsengerên wî termê wî veguhastine gundê Zêwê û li wir bi xakê spartine.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





