Şehîd Ebdullah Hacî Ebdî, sala 1949an li gundê Stûnî yê ser bi nahiyeya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê niştecih bûye.
Sala 1969an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û li gel Cemîl Cebraîl Stûnî bûye Pêşmerge. Sala 1981ê li gel fermandeyê Milhem Şemdîn Drî bûye heta sala 1988an û beşdarî çendîn şer û çalakiyan kiriye.
Sala 1988an beşdarî şerê Xwakurkê kiriye û di heman şerî de Şehîd bûye. Li goristana Mela Basek li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin.
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





