Ebdullah Elî Ebdullah Receb di Sala 1934 li taxa Ereban a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bajarî bûye û hostayê boyax û karebayê bûye, Ebdullah Elî zewicî bûye û navê hevjîna wî Xedîce Qadir e û xwediyê sê kur û çar keçan bûye bi navên Nehrû, Kastro, Hejar, Gelawêj, Sûzan, Tawge û Faniye.
XebatnameŞehîd Ebdullah Elî di Sala 1962 bûye kadroyê rêxistina şaneya nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajarê Hewlêrê, rasterast peywendî bi Şehîd Ferensoyê Herîrî re hebûye û erka komkirina zanyariyan li ser dijmin li ser milê wî bûye, bi sedema hostatiya xwe ji bo çend karan çûye fermangehên wê demê yên Îraqê û daxwazên şoreşê bi cih aniye.
Di Sala 1969 di vî karê xwe yê wek komkerê zanyariyan de eşkere bûye û berê xwe daye devera Gelale, çûye cem Şehîd Ferensoyê Herîrî û bûye Pêşmergeyê taybetî yê wî, di heman demê de ji bo çend çalakiyên çekdarî vegeriyaye nav bajarê Hewlêrê.
Di Sala 1974 ligel komek hevsengerên xwe vedigerin bajarê Hewlêrê û li nêzîk pira kevn a Daretu, dikevin nav kemîna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê û rûbirûyî wan bûne, piştî rûbirûbûneke çend demjimêrî Ebdullah Elî bi giranî birîndar bûye û bi birîndarî ji aliyê serbazan ve hatiye girtin, di dîroka 15ê nîsana 1974 li girtîgeha Ebûxerîb hat sêdarekirin û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





