Şehîd Ebdulla Hemedemîn Elî di sala 1971an de li bajarokê Dîyanayê, girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê, ji dayik bûye; heta asta seretayî xwendiye û zewac nekiriye. Piştî serhildana Başûrê Kurdistanê, di sala 1991an de tevlî rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê dibe. Di sala 1995an de li artêşa Sîdekan bûye Pêşmerge û beşdarî şerên deverên Sîdekan û Balekayetî bûye. Di 16ê Gulanê ya sala 1997an de, li Geliyê Sînan li devera Sîdekan, di şerê parastina serweriya qanûnê de bi guleya çekdarên PKKê şehîd hatiye kirin. 

Çavkanî: 

1- Arşîva beşa ensîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.