Jînenîgarî

Ebdulhuseyn Elî Elûş, bi navê Ebdulhuseyn Feylî tê naskirin, di sala 1932an de li bajarê Bexda ji dayik bûye, di nav malbateke bazirgan a kurdên feylî yên bajarê Bexda de mezin bûye û bi xwe jî bi karê bazirganiyê ve mijûl bûye, yek ji xêrxwazên kurd li bajarê Bexda bûye ji bo alîkariya hejar û mexdûrên kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, derçûyê qonaxa amadehiyê bûye, di sala 1955an de dest bi alîkariya darayî ya dibistana seretayî ya feyliyan li bajarê Bexda kiriye ji bo wergirtina xwendekarên malbatên hejar ên kurd, di sala 1964an de ji ber piştgirîkirina koma mekteba siyasî, berê xwe daye Şahnişîna Îranê û li wir wek penaber jiyana xwe derbas kiriye, di sala 1979an de bi serketina şoreşa gelên Îranê vegeriyaye Komara Îraqê, di sala 2015an de li Komara Almanyayê koça dawî kiriye, şarezayê zimanên kurdî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî bûye.

Xebatname

Di sala 1951ê de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, di sala 1953yan de di refên Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê de xebat kiriye, di sala 1953yan de yek ji wan kesan bûye ku peywendiya di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq û doktor Cefer Mihemed Kerîm (1910-2000) ku bi navê doktor Cefer Feylî endamê mekteba siyasî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq li bajarê Tehranê birêve biriye, di 6ê çiriya pêşîn a 1958an de bi nûneratiya bazirganên feylî yên bajarê Bexda endamê şanda pêşwazîkeran a serok Mistefa Barzanî (1903-1979) bûye li firokexaneya Musena ya bajarê Bexda, di sala 1958an de endamê lijneya pênc kesî ya serperiştiya Yana Serketina Kurdan bûye li bajarê Bexda, di sala 1959an de nûnerê konfransa duyem a Bexda ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê bûye, di sala 1959an de nûnerê Kongreya Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq li bajarê Bexda bûye, di roja şemiyê 8ê sibata 1960î de endamê desteya pêncî kesî ya piştgirîkarê damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo qonaxa karê eşkere bûye, di sala 1960î de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê Kongreya Pêncem hatiye hilbijartin, di 30ê tîrmeha 1961ê de ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ya Îraqê ve ji ber belavkirina beyannameya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda li dijî ferîq rukn Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) ku behsa binpêkirina mafên destûrî û siyasî yên neteweya kurd li sînorê Komara Îraqê dike, ji bo demekê kurt hatiye desteserkirin.

Di sala 1961ê de berpirsê xeta nihênî ya leşkerî û polîsên Îraqî yên ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve li navîn û başûrê Îraqê bûye, di sala 1961ê de di destpêka Şoreşa Eylûlê serperiştiyê û birêveberê çapxaneya nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda bûye, di sala 1963yan de endamê liqê di lijneya liqa pênc a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye, di sala 1963yan de nûnerê kongreya Koyê (Kongreya Yekem a Gel) bûye, di 30ê adara 1963yan de endamekî şanda danûstandkar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gel desthilatdarên Bexda ji bo danûstandinê li ser mafê kurd bûye.

Di sala 1963yan de endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo gihandina nameya serok Mistefa Barzanî (1903-1979) bo ayetullahê mezin Ebdulmuhsîn Hekîm (1889-1970) li bajarokê Kûfe bûye, di 1963yan de di dema danûstandinê de dema vegeriyaye bo başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê ji aliyê artêşê ve hatiye desteserkirin û ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqê ve hatiye girtin û îşkence hatiye kirin, di sala 1963yan de li girtîgeha Hîle hatiye girtin, di 14ê sibata 1964an de piştî danûstandina di navbera serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hikûmeta Ebdulselam Mihemed Arif (1921-1966) li girtîgeha navendî ya Bexda hatiye azadkirin, di sala 1964an de di civîna berfireh a Mawetê de ji aliyê baskê mekteba siyasî ve hatiye serkonekirin, ev jî di tola bîr û baweriyên wî de bûye di Kongreya Yekem a Gel de ku li dijî bîr û baweriyên mekteba siyasî bû derbarê dijayetîkirina wan ji bo serok Mistefa Barzanî (1903-1979) û bi vê sedemê hatiye perawêzkirin, di sala 1964an de ji aliyê Kongreya Şeşem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ji refên partiyê hatiye dûrxistin, di sala 1965an de wek karmend li îstgeha radyoya Kirmaşan li rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin.

Çavkanî: 
  1. اقدم طباعي خه‌بات یتذكر، جریدة خه‌بات، لسان حال الحزب الدیمقراطي الكوردستاني، العدد 971، أربیل، الجمعة، 14 نیسان 2000م، ص 13.

  2. ابراهیم فرهمندنیا، نسل كشی كردها از دیدگاه‌ حقوق بین الملل، (مریوان ـ انتشارات ئه‌وین ـ 1396 ھ . ش)، ص ص 24 ـ 27.

  3. زكي جعفر الفیلي العلوي، تاریخ الكرد الفیلییون وآفاق المستقبل، (بیروت ـ مؤسسة البلاغ للطباعة والنشر والتوزیع ـ 2010م)، ص 522.

  4. شوان محه‌مه‌دئه‌مین ته‌ها خۆشناو، هه‌ولێر له‌ نێوان ساڵانی 1963 ـ 1970 لێكۆڵینه‌وه‌یه‌كی مێژووییه‌ له‌ بارودۆخی سیاسی، (هه‌ولێر ـ چاپخانه‌ی زانكۆی سه‌ڵاحه‌ددین ـ 2016ز)، ل ل 87، 114، 158.

  5. محمد سعید الطریحي، الشیعة الأكراد ماضیهم وحاضرهم، (دمشق ـ دار نینوی للدراسات والنشر والتوزیع ـ 2013م)، ص 612.

  6. خه‌ڵه‌ف غه‌فور، ده‌فری زێڕین، به‌رگی یه‌كه‌م، (كه‌ركوك ـ كۆمه‌ڵه‌ی ڕوناكبیری و كۆمه‌ڵایه‌تی كه‌ركوك ـ چاپخانه‌ی كارۆ ـ 2011ز)، ل ل 21 ـ 22.

  7. ابراهیم فرهمندنیا، نسل كشی كردها از دیدگاه‌ حقوق بین الملل، (مریوان ـ انتشارات ئه‌وین ـ 1396 ھ . ش)، ص ص 24 ـ 27.

  8. دره‌خشان شێخ جه‌لال حه‌فیدزاد، كورته‌یه‌ك له‌ بزووتنه‌وه‌ی ڕزگاریخوازی ئافره‌تانی كوردستان و هه‌ندێ له‌ بیره‌وه‌رییه‌كانم، (سلێمانی ـ چاپخانه‌ی شڤان ـ 2010ز)، ل 157.

  9. زكي جعفر الفیلي العلوي، تاریخ الكرد الفیلییون وآفاق المستقبل، (بیروت ـ مؤسسة البلاغ للطباعة والنشر والتوزیع ـ 2010م)، ص 522.

  10. شكیب عقراوي، سنوات المحنة في كوردستان أهم الحوادث السیاسیة و العسكریة في كوردستان و العراق من 1958 الی 1980، الطبعة الثانیة، (أربیل ـ مطبعة منارة ـ 2007م)، ص 153. 

  11. صبحي عبد الحمید، العراق في سنوات 1960 ـ 1969، (دمشق ـ دار بابل للدراسات و الاعلام ـ 2009م)، ص 61.

  12. روژین چلبی منیر، زاخۆ 14ی تیرمه‌ها 1958 ـ 6ی ئادارا 1975، (بێ شوێن ـ سه‌نته‌رێ زاخۆ بۆ ڤه‌كۆلینێن كوردی ـ 2018ز)، ل ل 205 ـ 206.

  13. Elî Huseyîn Cefer, Eqd el-Ekrad .. Ewraq min el-Zekire, Rojnameya el-Îtîhad, Rojnameya Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, hejmar 499, sala yazdehem, Silêmanî, în, 15ê sermawezê 2002z, r. 16.

  14. Elî Sincarî, el-Qezîye el-Kurdîye we Hizb el-Be's el-Erebî el-Îştîrakî fî el-Îraq, beşa sêyem, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012z), r. 318, 335.

  15. Fayiz el-Xefacî, el-Resas el-Siyasî fî el-Îraq, beşa duyem, (Bexda - Dar Qenedîl lil-Neşr we el-Tewzî' - 2018z), r. 68.

  16. Kongreya pêncem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kovara Rojî Nû, hejmar sê, sala yekem, Bexda, pûşper 1960z, r. 56.

  17. Mehmûd el-Dirre, el-Qezîye el-Kurdîye we el-Qewmîye el-Erebîye fî me'reket el-Îraq, (Beyrût - Menşûrat Dar el-Telî'e - 1963z), r. 181.

  18. Mela Mistefa Barzanî we hevalên wî nûçeyan pêşkêşî wezîrê navxwe dikin derbarê damezrandina partiyê, Rojnameya Xebat, hejmar 141, Bexda, Çapxaneya el-Rey el-Am, yekşem, 9ê kanûna paşîn 1960z, r. 1, 8.

  19. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  20. Yaneya Serkewtin li Bexda, Kovara Hîwa, Yaneya Serkewtin, hejmar 4, sala duyem, Bexda, Çapxaneya Necah, çiriya pêşîn 1958z, r. 91.

  21. Yedullah Kerîm, Şoreşa Îlonê 1961 destpêkek rastîn ber bi azadiyê ve, Rojnameya el-Teaxî, Dar el-Teaxî lil-Tiba'e we el-Neşr, hejmar 4581, gera sêyem, duşem, 19ê îlonê 2005z, r. 3.

  22. Yedullah Kerîm, Şoreşa Îlonê ya rizgarîxwaz .. bûyer û nîşane, Rojnameya el-Teaxî, hejmar 4309, Bexda, yekşem, 12ê îlonê 2004z, r. 3.