Şehîd Ebdulhedî Silêman Hesen Silêman Herûrî, di sala 1941ê de li gundê Herûrê li devera Berwarî Bala hatiye ser dinyayê, xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê Herûrê xwendiye, paşê dest bi xwedîkirina terş û kewalî û çandiniyê kiriye, di 25ê sibata 1981ê de hat sêdaredan.
XebatnameŞehîd Ebdulhedî Silêman Hesen Silêman Herûrî, di sala 1976ê de gihîştiye nav rêzên rêxistina نهێنی ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ligel rêxistina 11 Adarê ser bi lijneya navçeya Amêdiyê ku berpirsiyarê wê rêxistinê Seyîd Elî Çelêkî bû, şehîd Ebdulhedî berpirsiyarê şaneyê bû. Di heman salê de rejîma Îraqê dest bi rakirina gundan kir û gundê Herûrê hat kavilkirin. Navbirî ligel xêzana xwe qesta gundê Qumriyê kir û berdewamî da karê xwe yê partayetiyê ligel şehîd Mela Remezan Qumrî yê berniyas bi (Beheştî) bû, maweyê du salan li gundê Qumriyê maye, paşê qesta gundê Tişîşê kiriye û li wir akincî bûye, paşê navê rêxistinê ji 11 Adar bo Pêşketin hatiye guhertin ku berpirsiyarê wê Xidir Mehmûd Herûrî bû. Ji aliyê hikûmeta Beis ve gelek dûvçûna şehîd hatiye kirin û çendîn cara hatiye desteserkirin û hatiye daxwazkirin bo fewca Sutkê li Kanî Masê û gelek hatiye eşkencekirin lê dest ji karê rêxistinê bernedaye.
Çend çalakiyên di nav rêxistina نهێنی de encam dane wekî veguhastina posteyan ji nav Berwariya bo Zaxo, hilawîstina belavokan, ew kesên peywendî bi Şoreşa Gulanê dikirin ligel hevalên xwe digihandinê Komatê û teslim dikirin, Ebdulhedî ligel hevalên xwe çendîn çalakiyên teqandina narincokê hebûye.
Di 12ê hezîrana sala 1980ê de hatine eşkerekirin û fermana desteserkirinê ji bo derket û li gundê Herûrê hatine girtin paşê bo îstixbarata Zaxo hatiye şandin û bo maweyê sê rojan hatiye zîndanîkirin, paşê hatiye şandin bo emna Kerkûkê piştî bo maweyê şeş heyvan li wir mayî tê veguhastin bo Mislê û di 9ê îlona 1980ê de bi biryara dadwerî fermana sêdaredanê jê re derket, piştî eşkencekirineke mezin û dijwar di 25ê sibata 1981ê de hat sêdaredan ligel 9 hevalên xwe li Mislê gihîşte karwanê Şehîdan.
Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi rêya îstgeha Dengê Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên her 9 şehîdan kir, termê şehîd radestî malbata wî nehatiye kirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





