Jînenîgarî

Ebûbekir Ebdullah Hemeseîd Kakexan, Sala 1969 li nahiyeya Xurmalê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, niştecihê Xurmalê bûye û heta qonaxa navendî xwendiye, Sala 1981 Şehîd bûne.

Xebatname

Şehîd Ebûbekir Ebdullah Hemeseîd, Sala 1980 bûye Pêşmerge di mefrezeya Cemîl Hewramî de ku ser bi beşa serbazî ya Rêxistina Xurmalê ya Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Liqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

Di 16ê îlonê 1981 di şerê Rezle û Parezan de li nêzîk nahiyeya Nalparêz a ser bi qezaya Pêncwênê, di rûbirûbûna êrîşa Yekîtiyê bi hemahengiya artêşa rejîma Baasê bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge, Ebûbekir Ebdullah Hemeseîd gule li wî dikeve û Şehîd bûne, herwiha ligel wî çend hevsengerên wî bi navên Awat Zelmî, Ezîz Hêlampeyî, Fazil Heme-kerîm Rehman, Ebdulrehman Beşaretî, Hemeşerîf Fettah Mistefa، Umer Sabir Seîd û Namîq di wê sengerê de Şehîd bûne. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.