Hêza Pêşmerge ji mihwerê Çiyayê Sefînê ku bo Deşta Balîsan paş de vekişîyan, bi mebesta danîna xetekî bergirîyê ya xurt bi şêweyê nîv-çemberê, hevrê digel hêza Bêtwatê û bereya Pişderê yek girtin. Her ji Qeladizê heta digihîje Bêtwatê pêşî li Artêşa Iraqê girtin da ku nikaribe nêzîkî devera Balekayetî bibe ku cihê baregeha serkirdayetîya şoreşê bû. 

Di dawîyên meha Tebaxa 1974an de hêza peyade ya Artêşa Iraqê bo vekirina rêya pêşrewîyên xwe ji Koyê bo Çwarqurne ketin tevgerê. Gava gihîştin navçeyê bo ku desthilatîya wan bi ser Deşta Bêtwên de biçe, xwestin pêşî bilindahîyên Çiyayê Makok û Şîşarê bigirin, da ku serdestîya xwe bi ser navçeyê de bisepînin. Herwiha mebesta wan ew bû ku hêza Pêşmerge ji Makokê rakin û bigihîjin Çiyayê Karox li hember şaredêya Qesrê, ji bereya Rewandizê jî çiyayên Zozik û Sertîzê bigirin û ber bi lûtkeya Hesen Beg ve biçin, ji wir jî pişta Gelale bigirin, bi vê yekê dikarin li devera Balekayetî dorpêça serkirdayetîya şoreşê bidin. Digel vê yekê Artêşa Iraqê di êrîşa Çiyayê Makok û Dola Reqe de barê ser milê hêzên xwe li bereya Rewandizê sivik bikin, bi wê yekê ku beşek ji hêza Pêşmerge bo bereya şer li navçeya Bêtwatê bê veguhastin.

Hêza mezin a Artêşa Iraqê ji du fîrqeyên leşkerî û çekdarên kirêgirtî (cahş) pêk hatibû. Bo cîbicîkirina nexşeya xwe êrîş kirin ser çiyayê Makok li pişta Serûçawa û Kepkê Xanzad. Hêza Pêşmerge ku sengerên xwe li wê xeta bergirîyê girtibûn, pêk hatibûn ji batalyona 2 ya Hêza Deşta Hewlêrê bi fermandeyîya Se'dî Ezîz, batalyona 1 ya Hêza Sefînê bi fermandeyîya Kerîm Feqê û lîwayeke din a ser bi Hêza Deşta Hewlêrê bi fermandeyîya Hacî Elî. Digel serketina serbazan bo bilindahîya Makokê, Pêşmerge bergirî li wan kirin û gelek ji serbazên Artêşa Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn, yên din jî li meydana şer revîyan. Roja din careke din artêşê êrîş kir ser bilindahîya Makokê, vê carê karî alîyê rastê yê çiyê bigire. 

Artêşa Iraqê di 30ê Tebaxê de careke din xwe kom kir û bi piştgirîya tank, top û firokeyên şer êrîş destpê kirin. Pêşî bi bordûmaneke destpêkê ya giran sengerên Pêşmerge bi hûrgilî kirin armanc ku yekem car bû (Katîoşa) bi kar bîne. Piştî wê êrîş kirin ser çiyayê Makok heta gihîştin Serûçawa û gundên derdora wê. Li hember wê êrîşa mezin a artêşê hêzeke kêm a Pêşmerge di bergirîyê de bûn. Di 4ê Îlonê de artêşê êrîş kir ser bilindahîya lûtkeya Endîk û Engozê, tevaya şîyana xwe bi kar anî ji çekên giran û firoke bi hevkariya kirêgirtîyan (cahş) heta êvarê dest bi ser de girt. 

Di wê serdemê de brûskeke lezgîn ji Reşîd Sindî serleşkerê 2 gihîşt fermandeyên navçeyê, bo ku hêzeke Pêşmerge wekî hêza piştgirîyê bi hawara bereya şer ve biçin, şalaw bibin da ku serbikevin ser bilindahîya çiyê. Hêza piştgirîyê pêk hatibû ji batalyonek a Hêza Sefînê bi fermandeyîya Erîf Elî Mewlûdî, batalyona 2 û bi fermandeyîya Seyîd Kake ser bi Hêza Deşta Hewlêrê. Ev hêzên Pêşmerge di şeva 6 li ser 7ê Îlona 1974an de serketin ser çiyayê Makok û dubare sengerên bergirîyê danîn. Artêşa Iraqê jî di êrîş û şalawan de bi piştgirîya hêza asmanî û topxaneyê her berdewam bû, lê vê carê Pêşmerge di bergirîya xurt de berdewam bûn û bersiva hemû êrîşên wan dan û derfet nedan ku Çiyayê Makok bikeve destê artêşê.

Katjimêr 11ê şeva 8ê Îlona 1974an Artêşa Iraqê dubare êrîş kir ser Çiyayê Makok heta berbanga rojhilat her berdewam bû. Pêşmerge vê carê jî derfet neda ku artêş serketinê bi dest bîne, belkî tûşî şikesteke mezin bû. Zêdetir ji 50 laşên serbazên artêşê li gorêpana şerê de man. Hêza Pêşmerge bi dirêjahîya du mehan di bergirîyê de berdewam bûn, li wê navçeyê nehîştin Artêşa Iraqê bi meramên xwe bigihîje. Ev jî vedigere ser şarezayîya fermandeyan li navçeyê û ezmûna wan di şeran de û tûnd û tol kirina sengeran bi danîna mîn û telbend kirinê li gorî wê şîyana ku di destê wan de bû. Di heyama wan du mehan de Artêşa Iraqê 15 êrîşên hêza mezin a cahş û mugawîr û hêza taybet (quwat xasa) kirin ser Pêşmerge. Di hemû wan êrîşan de zîyanên canî û madî yên mezin gihîştinê. Herçend Pêşmerge jî zîyanên xwe hebûn di şehîd û birîndaran de, lê destkeftên giring jî hebûn. Bo nimûne di êrîşekê de 10 parçe çek û di êrîşeke din de 150 çekên kalaşnîkof û 3 hawen û 4 amûrên bêtêlê yên kolepişt û 2 qennasên rûsî yên pênc xor, heta di êrîşekê de yek fewcek bi temamî ji nav çû.         

Di navînên meha Îlonê de katjimêr 12ê şevê Artêşa Iraqê topbaran bo ser sengerên Pêşmerge destpê kir. Piştî wê fewcek a hêza taybet (quwat xasa) êrîş kir ser sengerên batalyona Seyîd Kake, dîyar e Pêşmerge zanyarîyên pêşîn li ser êrîşê hebûn, lewra xwe ji serbazên artêşê veşartin heta bi temamî nêzîk dibin da ku zîyana mezin bigihînin wan. Gava ku heta meodaya 100 metreyan jê nêzîk bûn, êrîş birin ser wan û gelek bi tûndî lê dan. Di encamê de êrîşa artêşê bi cureyekê şikest xwar ku zêdetir ji 150 kuştî û 100 birîndar jê ketin. Çek û teqemenîyeke zêde jî ket destê Pêşmerge. Ev fewca Artêşa Iraqê bi temamî ji nav çû. Di vî şerî de zîyanên Pêşmerge pêk hatibûn ji 9 şehîd û 27 birîndaran. 

Ev bergirî û xweragiriya Pêşmerge li hember artêşeke xurt a çaryek milyonî ya tijî çekên pêşketî, planên hikûmetê bo dawîanîna bi şoreşa Kurd berdewam pûç dikir. Destpêka êrîş û şalawan bi wê amadekarîyê bi hêvîya wê bûn ku dikarin di heyameke kêm de nexşe û planên xwe cîbicî bikin û şoreşê ji nav bibin. Meha Îlonê wekî dawîya dema danabû bo zalbûna wan bi ser şoreşê de, paşê kirin meha Kanûna Yekem, lê ev dem û gotinên bê bingeh hemû bê encam derbas bûn bêyî ku tiştek di rewşê de biguhere heta rêkeftina 6ê Adara 1975an, hingê karîn heresê bi Şoreşa Îlonê bînin. 

           

Çavkanî:        
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî Kurd, bergê sêyem, beşê duyem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.

  2. Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, bîranînên salên Pêşmergayetîyê, çapxaneya Hacî Haşim, çapa sêyem, Hewlêr – 2015.

  3. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên şoreşa Îlonê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

  4. Seyîd Kake, bîranînên Pêşmergeyekî, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa yekem, Hewlêr- 1997.

  5. Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.