Etruş kevntirîn nahiya Kurdistanê ye, dikeve devera Badînan li qezaya Şêxan. Piraniya niştecihên wê kurdên misilman in, mesîhî û êzidî jî beşek ji niştecihan pêk tînin. Dîyar e Etruş wekî hemû navçeyên din ên Kurdistanê çendîn caran gundên wê li ser destê rejîma Beis rastî wêrankirinê hatine, ji ber ku ji alîyê şoreş û berxwedanê ve niştecihên navçeyê her tim piştevanê şoreşê bûne([1])، lewra hikûmetê êrîşên leşkerî dikirin ser da ku hejmoona şoreşa kurdî li ser kêm bike û vegerîne bin destê dewletê.

Yek ji wan destanên ku li wê navçeyê qewimî êrîşeke mezin û berfireh a artêşa Îraqê bû di 4ê kanûna paşîn a 1987an de, ku bi hêzeke mezin pêşrewî ji bo navçeyê kir. Destpêkê rêya her du bajarokên Sersing û Bamernê girt, hêzeke zêde anî Dêrelok û Şêxan. Her di heman demê de ji alîyê lijneyên navçeyên Şêxan û Akrê ve bi telgrafê serkirdayetîya şoreşê hat agahdarkirin ku liv û tevgera leşkerî li Bakirman, Etruş, Korê Gavana, Bagêra û Swaretoka heye([2])، ew bû di 5ê kanûna paşîn a 1987an de artêşa Îraqê li navçeya Şêxan piştî saet 12ê şevê bi piştevanîya çekdarên kirêgirtî (cahş) êrîş birin ser sengerên Pêşmerge. Her wiha hêzeke din a kirêgirtîyan ku ji devera Soran hatibûn û beşdarî şer bûn, hemû hêz li Gelîyê Qêrkî Şêx Hadî kom bûn û topxane danîn û li ser çar mihweran dabeş bûn:

  1.  Mihwerê Etruş ber bi Qelaya Kanîka([3]) heta serê Bîrokiyat, Hêzên Pêşmerge û hêzeke berevanîya gel a gundên Kanîka, Bîrokiyat, Şkewtê, Kanî Mazî û Bêbadî rûbirûyî wan bûn.
  2.  Mihwerê Nesra heta Hesneka, ji alîyê Hêzên Pêşmerge û hêza berevanîya gel a gundên Nesra û Hesneka ve hatin bersivandin.
  3. Mihwerê Berêaş Siyar û Spîndara, li gel du rêxistinên Hêzên Pêşmerge û berevanîya gel Siyar û Spîndar û gundên derdorê ketin şer([4])، bi wê yekê ku di wê qonaxa şoreşê de her çi batalyon û hêz hebûn hatibûn hilweşandin, hemû Hêzên Pêşmerge li ser şêwaza rêxistinkirina partîyî di çarçoveya rêxistin û navçeyê de hatibûn rêxistinkirin([5]).
  4.   Mihwerê Bakirman û Çemê Rbetkê Sîdra, ku hêzeke Pêşmerge bi fermandarîya Temer Koçer û hêza berevanîya gel rûbirûyî wan bûn. Wê şevê heta sibehiyê ji her çar mihweran şerekî giran berdewam bû, lê hikûmetê nekarî pêşrewî bike. Ji bo sibehiyê dest bi topbarankirin û bombebarana balafiran li navçeyên Berwarî û Mizûrî kir. Jin û zarokan ji bo xweveşartinê ji topbarankirin û bombebarana balafiran, gundên xwe vala kirin û bi wê sermaya zivistanê berê xwe dan şkewt, gelî û newalên Çiyayê Garê. Hemû yên din jî yên ku karîbûn çek hilgirin berê xwe dan enîya şer([6]).

Wekî ku di telgrafeke navçeya Şêxan a Hêzên Pêşmerge de hatibû ji bo serkirdayetîya şoreşê, di 6ê kanûna paşîn 1987 an de hikûmetê li mihwerê Etruş sê caran êrîş kir ser Qelaya Kanîka û her sê caran hat têkbirin. Paşê bi rêberîya hinek kirêgirtîyên (cahş) û hêza mugawîr dizîyan nav Qelaya Kanîka û Pêşmergeyekî Partîya Komunîst şehîd kirin û termê wî ket destê hêzên hikûmetê yên ku di wî şerî de beşdar bûn. Êvarê heman rojê hêza hikûmetê gihîşt Hesneka û hejmarek serokcahş û musteşar beşdarî şer bûn. Balafirên şer û helîkopteran zêdetirî bîst êrîşên asmanî kirin ser enîyên şer. Her çend hêzên hikûmetê ziyaneke mezin dîtin, lê ziyanên Pêşmerge jî pêk dihatin ji du şehîdan, windabûna Pêşmergeyekî û birîndarbûna yekî din. Her di heman rojê de ji mihwerê Bakirman hikûmetê pêşrewî kir heta Warê Mêrgê.

Tevî keşûhewaya sar a navçeyê di 7ê kanûna paşîn de şerê giran li enîya Şêxan berdewam bû. Êrîşên artêş û hêzên hikûmetê ji mihwerê Etruş ber bi Qelaya Kanîka, Bêwzê û Hesneka bi arasteya navçeya Şêxan berdewam bû. Her çend Hêzên Pêşmerge yên navçeya Şêxan xweragiriya mezin nîşan dan û karîn êrîşên hikûmetê têk bibin([7])، li gel wê jî hêzeke lîqa 1 bi fermandarîya Seyîd Salih û hêzeke navçeya Dihokê bi fermandarîya Seidûn Korkî û Mihemed Şefîq ji bo piştevanî û alîkarîya hêza Pêşmerge ya lijneya Gulanê di şerî de beşdar bûn([8]).    

Di roja 8ê kanûna paşîn 1987 an de şer gelek bi germî li navçeya Şêxan berdewam bû. Hêzên Pêşmerge yên navçeya Dihokê ji bo piştevanîya navçeya Şêxan gihîştin sînor û Hêzên Pêşmerge yên navçeya Zaxo jî li rê bûn. Di wê kêliyê de hêza çekdarên kirêgirtî li Warê Mêrgê li pişt Bakirman paşve kişiyan û revîn, kelûpelên zêde li dû xwe hiştin. Li mihwerê Spîndarê jî Pêşmergeyên navçeya Şêxan û Dihokê êrîş kirin ser kirêgirtîyan û ew têk birin. Hejmareke mezin ji wan kuştin û termê hinek ji wan ket destê Pêşmerge, heşt kirêgirtî jî bi dîlî ketin destê Pêşmerge ku xelkê Dihok, Şêxan û Kanî Masê bûn. Di wî şerî de heşt çekên kalaşnîkov, yek selîb û yek (RBK) destkeftên Pêşmerge bûn. Ziyan jî şehîdbûna du Pêşmergeyan bû ku yekî ser bi navçeya Şêxan û yê din ser bi navçeya Zaxo bû, yekî din ji hêza berevanîya gel ku xelkê gundê Hesneka bû winda bû([9]).‌ 

Di 9ê kanûna paşîn 1987 an de hêzên ser bi hikûmetê bi temamî li mihwerên Spîndarê, Bakirman û Hesneka hatin têkbirin, tenê Qelaya Kanîka bi destê wan mabû. Ziyanên wan bi vî awayî bûn:

Li mihwerê Kanîka çil kuştîyên wan hebûn, di nav wan de du efser bi pileya raîd û bêtêlvanek hebûn, her wiha 5 leşker bi dîlî ketin destê Pêşmerge, li mihwerê Spîndarê jî 32 leşker hatin kuştin û birîndar bûn ku çar termên wan ketin destê Pêşmerge ligel 8 leşker dîl hatin girtin, li Hesnekah 30 leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji bo kêmkirina zexta êrîşên hikûmetê li ser bereyên şer di şeva 11 li ser 12ê kanûna duyem a 1987 Pêşmergeyên lîjneya navçeya Dihokê rabûn bi encamdana çalakiyeke partîzanî, helmeta pêşmergane di nava dilê bajarê Dihokê de encam dan, çendîn cih û binke û baregehên hikûmetê kirin armanc, herwiha firokeyeke helîkopter li bereya şer hat lêdan û li Etruş ket xwarê, di 14ê kanûna duyem şer li bereya Şêxan gelek germ bû hikûmetê di mihwerê Kanîka û Spîndarê de êrîşeke berbelav bi piştevanîya tank û top û firokeyan anîn ser Pêşmerge, bi çirî bordûmana navçeyê dikirin, karîn bigihîjin Bêbadê, lê Hêzên Pêşmerge karîn hinek cihên ku berê di destê wan de bûn li Sîdera û Beranê û Kanî Mazê bigirin ve, di wan şeran de hêzên hikûmetê ziyanên mezin dîtin, ji Hêzên Pêşmerge şehîdek û 11 birîndar hebûn ligel du şehîdên bergiriya millî([10]).

di 15ê kanûna duyem a 1987 êrîşa artêşa Îraqê û çekdarên kirêgirtî gihîşt nêzîkî baregeha lîjneya navçeya Şêxan, lê ji ber bergiriya bihêz a Pêşmerge neçarî paşekişê bûn û hatin têkşikandin, dîyar e di maweya 13 heta 15ê kanûna duyem a 1987 şer gelek tûnd û berdewam bûn, Hêzên Pêşmerge û bergiriya millî bi planeke mukim bergirî kirin heta karîn şikestê bidin wan. Lê hemû ew gundên ku çekdarên kirêgirtî destê wan gihîştê talan kirin û şewitandin wek gundên Bêbadê, Karava, Agoş.

Tevî wan çend rojan ku Pêşmerge mijûlî bergiriya û bersivdana êrîşên çirûpir ên hêzên hikûmetê bû, ligel wê jî çalakiyên pêşmergane her berdewam bûn, di 21ê kanûna duyem a 1987 Pêşmergeyên rêxistina şehîd Emîn Nesrî û şehîd Mehmûd Êzdî li navçeya Şêxan û rêxistina Şoreşê li navçeya Zaxo, bi topên cureyê120mm topbaranek çirî ya binke û molgehên berpirsê kirêgirtîyan Erşed Zêbarî kirin li Şermen û Bakirman ziyanên mezin gihandin wan([11]).

 Di dawiya şer de artêşa Îraqê û çekdarên kirêgirtî ziyaneke mezin dîtin, ku bi kuştina nêzîkî 300 çekdar û leşkeran dihat texmînkirin, 12 otomobîlên Îva yên leşkerî hatin şewitandin û 30 parçe çekên kalaşnîkov û hejmareke mezin ji gulletopên 120mm ketin destê Pêşmerge, ziyana şoreşê jî pêk dihat ji30 şehîd û birîndar di Hêzên Pêşmerge û bergiriya millî de([12]).               ‌    

           ‌   ‌           ‌    

Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî، Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  2. https://www.facebook.com714717478634550/photos 
  3. Şîmal Zêbarî، Hendek rastîyên veşartî di Şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.  
  4.  Xazî Adil Gerdî، Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî da... Hecî Bêrox, berga duyem çapa duyem, Tirkîye- 2021.

 

[1] - https://www.facebook.com/714717478634550/photos/%D

[2] - Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, bergê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, r.65.

[3] - Ew qela bi nexşeyeke leşkerî ya mukum hatibû avakirin, li ser bilindahiyekê hilkeftibû, li gundê Kanîka dinêrî û li ser Etruş û newala Beruryan serdest bû. Şîmal Zêbarî: Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, r.355.

[4] - Şîmal Zêbarî: heman çavkanî, r.356.

[5] - Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî da... Hecî Bêrox, bergê duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021, r.269.

[6] - Şîmal Zêbarî: heman çavkanî, r.356.

[7] - Mesûd Barzanî: heman çavkanî, r.66.

[8] - Şîmal Zêbarî: heman çavkanî, r.360.

[9] - Mesûd Barzanî، heman çavkanî, r.67.

[10] - Mesûd Barzanî، heman çavkanî, r.68.

[11] - Mesûd Barzanî، heman çavkanî, r.69.

[12] - Şîmal Zêbarî، heman çavkanî, r.373.