Di 8ê Tebaxa 1962an de Hêzên Pêşmerge ber bi devera Xoşnawetiyê ve dest bi tevgerê kir, bi fermandariya serkirdeyên leşkerî Mistefa Nêrweyî, Têlî Axa, Elî Şe'ban, Hacî Bêroxî, Mehmûd Kawanî, Xurşîd Şêre, Muqedem Ezîz Akreyî. Di bin çavdêriya rasterast a Barzanî de ku baregeha xwe li gundê Xetê li Dola Balîsanê danî, diyar e di wê demê de Dola Balîsanê di bin destê Hêzên Pêşmerge de bû, di 10ê Tebaxê de Barzanî ferman da fermandeyên Pêşmerge ku êrîşî Dola Hîranê bikin, ji bo destserkirina navçeyê bi taybetî gundê Spîndare li bakurê nahiyeya Hîranê, binê çiyayê Hewrê û hemû ew cihên ku hêza çekdar a kirêgirtiyan (caş) ên ser bi Sabir Axa lê hatibûn bicihkirin.
Barzanî Mehmûd Kawanî raspard ku rêberiya hêzên din jî bike ji bilî hêza xwe ku ne şarezayê navçeyê bûn, bi wê yekê ku navbûrî xelkê navçeyê bû û şarezayiya temam a kun û keloberên deverê bû, saet 4ê beyanî ya 11ê Tebaxa 1962an Pêşmerge êrîşa ser rebayên gundê Spîndare dest pê kir, di heyama yek saet şer de piraniya kirêgirtiyan û rebayên wan bergirî neman û xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin, tenê du xal nemabe li bilindahiyên ser rêya Aqûban û Hîranê hîn bergirî berdewam bû, piştî demekê kurt rebaya girê ser rêya Aqûbanê jî xwe da dest.
Hêzeke Pêşmerge bi fermana muqedem Ezîz Akreyî boseyek li ser rêya Hîran - Spîndare danîn ku rê li hêza piştevanî ya kirêgirtiyan (caş) bigire eger niyeta wan a hewarhatina wan rebayan hebe ku ketibûn ber pelamara Pêşmerge, diyar e piştî demekê desteyek ji kirêgirtiyan ligel Axa Kore kurmamê Sabir Axa ketin wê boseya Pêşmerge, di encamê de navbûrî û çar kesên din ku ligel wî bûn hatin kuştin.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge guşareke zêde xistin ser wê rebaya ku li beramberî helmeta Pêşmerge çeqiyabû, di heyama nîv saetê de ew jî ala spî bilind kirin û radestî Pêşmerge bûn, êdî temamê gundê Spîndare ket destê Hêzên Pêşmerge, Sabir Axa û mêrên wî şiyanên bergiriyê neman û sengerên xwe vala kirin û revîn, 18 laşên kuştiyan li dû xwe hiştin ligel şeş birîndaran, di wî şerî de û di girtina gundê Spîndare de sê Pêşmerge Şehîd bûne.
Piştî destserkirina gundê Spîndare biryar hat dan ku êrîş bê kirin ser gundê Aqûban û nahiyeya Hîranê ku hêzeke zêde ya çekdarên kirêgirtî (caş) û polîsan lê hatibû bicihkirin, sereta hêzeke Pêşmerge hat terxankirin ji bo girtina Aqûbanê ku dikeve navbera Hîran û Şeqlaweyê ji bo qutkirina rêya sereke ku nehêlin ti alîkarî û piştevanî ya hikûmetê ji Şeqlaweyê bigihêje hêzên wan li Hîranê, ku Barzanî bi xwe ji nêzîk ve çavdêriya êrîşê dikir.
Ew hêza ku hatibû terxankirin ji bo girtina Aqûbanê dest bi tevgerê kir û êrîşa li ser wan xalan ku ji bo wan hatibû diyarkirin dest pê kir, lê gava gihîştin cihê mebestê temamê hêza çekdar a kirêgirtî ya Komara Iraqê gund vala kiribûn û revîbûn, Hêzên Pêşmerge jî dest danî ser Aqûbana Jor û Xwar û Aqûbanê ku dinêre ser şeqama sereke ya Şeqlawe-Hîranê û navçeyê sengerbend kirin û baregehên xwe di nav gundê Aqûbanê de danîn.
Piştî ku Pêşmerge bi ser rêya sereke ya navbera Hîran-Şeqlaweyê de zal bû, êrîşa ser nahiyeya Hîranê dest pê kir bi çavdêriya rasterast a Barzanî rêberê şoreşê, heyama çend rojan Pêşmerge qişla Hîranê û Nazenînê dorpêç da ku polîsan li hundir xwe spartibûn û xwe radest nedikirin, serkirdatiya şoreşê jî pê baş bû ku heta bê kirin plan bê xwînrijandin bi dawî bibe, di aliyekî din de hewla navbeynkariya kesayetî û rûspiyên bajarokê kir ku polîs bê şer xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin bi temamê çek û cebilxane û kelûpelên xwe, paşê her li ser daxwaza kesayetî û rûspiyên navçeyê hemû polîs û efser û pile-daran bi fermana serkirdatiya şoreşê hatin azadkirin û çûn nav mal û zarokên xwe ku piraniya wan xelkê navçeyê bûn.
Êdî Barzanî baregeha xwe veguhast Hîranê û hêzên din ên Pêşmerge jî li gundên Dola Xoşnawetiyê wek Aqûban, Spîndare, Kewertiyan û Bereke hatin bicihkirin, bi serketina Hêzên Pêşmerge di wê destanê de çiyayê Hewrê heta digihêje binê çiyayê Sefînê li rêya Hîranê ber bi Şeqlaweyê ku bi Dola Hîranê tê navkirin bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge û li hember hêzên Komara Iraqê senger girtin.
Komara Iraqê piştî ji destdana rûberekî navçeyeke berfireh li devera Xoşnawetiyê tiştek ji bo nemabû ji bilî ku penah bir ber bordûmankirina çir a navçeyê bi top û hawen û firokeyên şer li Şeqlaweyê û serê çiyayê Sefînê, di encama wê bombebaranê de di 15ê Tebaxa 1962an de fermandeyê Pêşmerge Mehmûd Kawanî û sê Pêşmerge Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem 2004.
2- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem 2021.
3- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata Pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.
4- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.
5- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Eylûlê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007.
7- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.





