Çiyayê Sertîz dikeve bakurê Çiyayê Zozik û başûrê Çiyayê Hesen Beg, ji bo serkirdatiya Şoreşa Eylûlê ew zincîre çiya xwedî girîngî û bayexekî mezin bû, çimkî ew rêya stratejîk a ku bi gerûyê Bêşê re derbas dibû, derbendeke girîng a bihevgihandina deverên Bradost û Barzan bû bi devera Balekayetî ku melbendê serkirdatiya şoreşê bû. Artêşa Iraqê bi hemû şêweyekî hewl dida dest bi ser wî çiyayî de bigire, çimkî bi girtina wî hemû liv û tevgerên şoreşê radigirtin, herwiha rayela peywendiya navbera navçe û deverên bin desthilata şoreşê qut dikir.

Çiyayê Sertîz dikeve bakurê Çiyayê Zozik û başûrê Çiyayê Hesen Beg, nêzîkî 1850m bilind e ji asta rûyê deryayê, di nexşeya leşkerî ya Îraqê de navê wî wek (Cebel Tatan) hatiye, li ser gerûyê Bêşê dinêre ji aliyê bakur ve, serkirdatiya Şoreşa Eylûlê mebesta wê bû her tim parêzgarî li wî çiyayî bê kirin da ku nekeve destê Artêşa Iraqê, çimkî ew rêya stratejîk a ku bi gerûyê Bêşê re derbas dibû, derbendeke girîng a bihevgihandina deverên Bradost û Barzan bû bi devera Balekayetî ku melbendê serkirdatiya şoreşê bû.

Di destpêka Şoreşa Eylûlê de bi diyarkirî di 29ê gulana 1962an de Mela Mistefa Barzanî rêberê şoreşa kurd bi xwe û zêdetir ji 500 Pêşmerge ji bo cara yekem tên gundê Bêşê û du şevan li wî gundî dimînin, ji aliyê xelkê gund ve bi germî pêşwazî lê tê kirin, paşê şevekê jî li gerûyê Bêşê dimînin paşê ber bi navçeyên din ên devera Balekayetî ve bi rê dikevin. 

Piştî ku Artêşa Iraqê dest bi ser binarê Çiyayê Korêk de girt, piraniya navçeyên wek bajarê Rewandiz û Deşta Diyana û Badliyan ketin ber metirsiya dagirkeriyê, Mekteba Eskerî ya şoreşê ferman da hêzên Helgurd, Zimnako, Zaho, Kawa, Sefîn, Ezmerê ku her hêz û batalyonekê bişîne ser Çiyayê Sertîz, ji bo ku sengerên Pêşmerge li bilindahiyên stratejîk tûnd û tol bikin, bi danîna hêleke berevaniyê heta metirsî li ser serkirdatiya şoreşê û cihên din kêm bikin. Ew bû ku ew hêz di tebaxa 1974an de gihîştin cihê diyarkirî.

Dema ku Artêşa Iraqê serket di dest bi ser girtina Çiyayê Zozik de, dest bi amadekarî kir ji bo girtina Çiyayê Sertîz, pêşrewiyên wan gihîştin gundê Sîtkan li xwarûyê çiyayî, ev rewşa bereyên şer ji aliyê Pêşmergeyên ser Çiyayê Sertîz ên ku di sengerên berevaniyê de bûn, ji fermandarên wê bereyê re ragihandin ku Artêşa Iraqê di pêşrewiyê de ye bi arasteya sengerên wan, bi gihîştina nûçeyê fermandarên Pêşmerge li gundê Bêşê civiyan ji bo danîna planekê ku rê li pêşrewiyên Artêşa Iraqê bigirin, ji bo vê jî ferman hat dayîn bi Hemîd Efendî wek fermandarê hêza piyade û Umer Usman wek fermandarê topxaneya şoreşê, êrîş bikin ser Artêşa Iraqê ji bo ku pêşrewiyên wan têk bibin û ji navçeyê derxin.

Destpêka destana Çiyayê Sertîz bi topbarana topxaneya şoreşê bo ser hêzên Artêşa Iraqê dest pê kir, li hember de Artêşa Iraqê jî bi xestî gerûyê Umer Axa li başûrê rojavayê Çiyayê Sertîz bordûman kir, di 7ê çiriya pêşîn a 1974an de hikûmeta Îraqê plana êrîşkirina bo ser Çiyayê Sertîz dest pê kir, destpêka êrîşê bordûmaneke xest a temamiya çiyayî kir, bi topxaneyên artêşê û çekên (Grad) û firokeyên hêza asmanî ku bi (napalm û bombeyên fosforî) temamiya çiyayî şewitand û paşê jî karî dest bi ser de bigire.

Lê piştî hefteyekê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê piştî wergirtina bêhnvedanekê û amadekarî ji bo êrîşa berevajî, ku pêk hatibûn ji batalyonekê ji hêza Xebat bi fermandariya Heme Şemîranî û batalyonekê ji hêza Zimnako bi fermandariya Nûrî Heme Elî, karîn êrîş bikin ser Artêşa Iraqê û temamiya çiyayî bigirin û ziyaneke mezin bidin Artêşa Iraqê, ku pêk hatibû ji zêdetir ji 200 kuştî û hejmareke zêde ya birîndaran, ji hêza Pêşmerge jî tenê şehîdek û şeş birîndar hebûn, roja din dubare Artêşa Iraqê êrîş anî ser çiyayî û dagîr kir, ev û piştî du mehên berdewamiya şer û pevçûnan li ser Çiyayê Sertîz ku çar pêgeyên stratejîk ên leşkerî yên Artêşa Iraqê lê bûn, hinek caran bi destê Pêşmerge ve bûn û hinek caran jî di destê Artêşa Iraqê de bûn, di encama nehevsengiyê di warê hêza leşkerî û çek û tefaqên şer de hêza Pêşmerge biryara vekişînê da ji çiyayî.

Piştî sê rojan ji vekişîna Pêşmerge li ser Çiyayê Sertîz, brûskeya Mekteba Eskerî ya şoreşê gihîşt fermandarê hêza Pêşmerge ya wê bereya şer, ji bo encamdana êrîşa berevajî û girtina wan çar xalên stratejîk ên ku leşkerên artêşa hikûmeta Îraqê tê de mol bûn.

Ji bo vê êrîşê zêdetir ji 200 Pêşmerge ji hêzên Helgurd, Balek û Ezmerê ku çend batalyon bûn, her batalyonek bi 30 Pêşmerge di vê êrîşê de beşdar bûn bi serkirdatiya Hemîd Efendî, xwe amade kirin ji bo cîbicîkirina fermana serkirdatiyê. Plana êrîşa Pêşmerge ji bo roja 15ê çiriya paşîn a 1974an hat danîn saet 17, destpêka êrîşê bi topbaranekê tûj a rebayên Artêşa Iraqê ji aliyê topxaneya şoreşê dest pê kir ku ji saet 7:00 heta 16:30 xulek berdewam bû, paşê bi planeke tûkme ya leşkerî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê êrîş birin ser pêgeyên leşkerî yên Artêşa Iraqê, karîn di heyama nîv saetê de ji bo careke din Çiyayê Sertîz bigirin û ziyaneke mezin bi Artêşa Iraqê bigihînin di kuştî û birîndarên zêde di wî şerî de, ji bilî ziyana zêde ya giyanî, Pêşmerge ev destkeftiyên din jî hebûn ku 45 kalaşnîkof, 140 narincok, 7 demançe, du amûrên bêtêl û 38 demançeyên ronakkêr û çar reşaş.                              

Giringiya çiyayê Sertîz ji bo Artêşa Iraqê bi vî awayî bû ku piştî hemû şikest û têkçûnên li pey hev ên ku li ser destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tûşî wan bibûn, dîsa jî li ser dagirkirina wê bi israr bûn. Ji bo roja din ango 16ê çiriya paşîn a 1974an careke din bi batalyoneke taybet a Artêşa Iraqê ve êrîş anîn ser wan çar cihên stratejîk, her çend karîn vê carê jî destê wan bigihîje wan çar cihan, lê Hêzên Pêşmerge bi zerdê rojavabûna roja 20ê çiriya paşîn a 1974an ve helmetek birin ser wan û çeperan ji nû ve girtin, lê ji ber westiyayîbûna pêşmergeyan û çiriya êrîşên li pey hev û topbarana berdewam a Artêşa Iraqê nekarîn xwe ragirin û li ser manê xwe berdewam bin, heman şevê çeperên xwe vala kirin û Artêşa Iraqê careke din vegeriya û dest bi ser de girt.

Di hemû wan êrîşên Artêşa Iraqê de ji bo ser çiyayê Sertîz ji gundê Sîtkanê ve bi bilindahiya çiyayê ve derdiketin, li ser yek ji bilindahiyên bakurê çiyayê Zozik li başûrê çiyayê Sertîz bi navê Xaromer ku doşkeyeke Hêzên Piştevanî li ser hatibû cîgirkirin, piştgiriya helmetên Pêşmergeyên ji bo ser çiyayê Sertîz dikir.    

Manê lûtkeya çiyayê Sertîz bi destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê giringiyeke taybet hebû, ji bo vê carê ji xwerû baregeha Barzanî ve brûskek bi fermandeyên wê qola şer gihîşt, ku divê çiyayê Sertîz bi destê Pêşmergeyan be, naveroka brûskê tekezî li ser wê dikir ku Hêzên Helgurd çiyayê bigirin, paşê batalyona Seyîd Eboş ji Hêzên Zaxo li şûna wan bên cîgirkirin. Ji bo cîbicîkirina fermana baregeha Barzanî her du hêzên Helgurd û Ezmer karîn êrîş bikin ser lûtkeya çiyayê û di demek kêm de çeperan bi Artêşa Iraqê û bi kirêgirtiyên caşan vala bikin û careke din cihên stratejîk ên lûtkeya çiyayê Sertîz bigirin û bixin bin destê xwe û batalyona Seyîd Eboş li cihê cîgirkirin wek çawa di brûskê de hatibû.

Lê vê carê Artêşa Iraqê ewqas tûşî şikest û bezînê bibû li beramberî helmetên Pêşmergeyan, tenê ewqas ji bo tole hildanê ji Hêzên Pêşmerge li hemberî hemû wan ziyanên ku jê ketibû, bi çirî topbarana çeperên Pêşmergeyan li ser çiyayê Sertîz kir, di encama vê topbaranê de ziyana zêde gihand Hêzên Pêşmerge ku pêk dihat ji şehîdbûna 18 pêşmergeyan û 14 birîndaran ji Hêzên Helgurd û 11 şehîd û çar birîndar ji Hêzên Zaxo û yek şehîd û du birîndar ji Hêzên Zemnako.

Êdî piştî vê lawazî rû li rêzên Artêşa Iraqê kir bi sedema hemû wan şikestên li pey hev ên ku di vê qola şer de tûşî wan bibûn, herwiha destpêkirina werzê sermayê û zivistanê û barîna berfê, zatiya wê yekê nebûn careke din xwe nêzîkî Pêşmergeyan bikin û êrîş bînin ser çiyayê Sertîz.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, Şoreşa Îlonê 1961-1975, bergê sêyem, beşa duyem.

2- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên şoreşa Îlonê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr.

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hecî Bêroxî, bergê yekem, çapa duyem, 2020.

4- Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetî, çapxaneya Rojhilat, 2018.

5- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.