Ji sibata 1964 heta adara 1965 navbera Şoreşa Kurd û Artêşa Iraqê bo heyama salekê di rewşeke agirbesta ne şer ne aştiyê de derbas dibû, heta ku di dawiya meha adarê de bi taybetî di 1ê nîsana 1965 de şer û pevçûn careke din serî hilda, Artêşa Iraqê ji cîbicîkirina wê rêkeftina ku di navbera wan de hebû poşman bû, Pêşmerge ji bajar û bajarokan vekişiyan bo cihên qayîmtir û bi dehan Efser û bi sedan Serbaz û polîs û welatiyên asayî peywendî bi rêzên şoreşê kirin.

Piştî ku hikûmetê dest bi êrîş û êrişên xwe kir bo ser navçeyên cuda yên Kurdistanê, serkirdatiya şoreşê bîr li encamdana çalakiyekê kir di nav kûrahiya desthilata hikûmetê de li bajarê Kerkûkê, ew jî lêdana boriyên petrolê yên Zembûr û xeta şemendefêr bû, tevî vê yekê ku serkirdatiya şoreşê xwest nîşanî hikûmetê bide ku ne tenê li bereyên şer rûbirûyê Artêşa Iraqê dibe, belkî şiyana wê heye di nav cerga desthilat û cihên giring de çalakiyan encam bide û berjewendiyên wê bixe metirsiyê, ji bilî vê çalakiyê du sedemên din jî li pişt wê hebûn: 

Yekem: Parçekirina hêzên nîzamî û neçarkirina serkirdatiya wan ku belav bibin bo navçeyên berfireh ku nehêlin li bereyekê kom bibin.

 Duwem: Gef û zext bû li ser aboriya hikûmetê bi lêdana dezgehên petrolê ji bo ku hikûmet hêzeke parêzgarî ya mezin bo wan dezgehan terxan bike û ji bereyên şer dûr bixe. 

Ew bû di 21ê tîrmeha 1965 de desteyeke Pêşmerge bi Fermandeyiya Mihemed Derwêş Nadir xwe gihandin boriyên petrolê yên Zembûr û xeta şemendefêr li Kerkûkê, di heyameke kurt de tevahiya boriyên petrolê mînrij kirin û teqandin, ziyaneke mezin a canî û madî gihandin dezgeh û saziyên petrolê, piştî encamdana çalakiyê bi serkeftî û vekişîna Pêşmerge, hêzên hikûmetê êrîş kirin û di encamê de Pêşmergeyek Şehîd bû.

Encam û derencamên vê dastana Pêşmerge bû sedema çêkirina aloziyê û metirsiyeke mezin li ser hikûmetê û berjewendiyên wê yên aborî, lewra bi neçarî çend gav avêtin di nav wan de hêzeke mezin ku pêkhatibû ji du fewcên serbazî û nêzî hezar çekdarên kirêgirtî (caş) ji meydana şer kişand û terxan kir ku parêzgarî li dezgehên petrolê bikin. Herwiha bîr li wê jî kir ku Pêşmerge ji sînorê Kerkûkê û deşta Hewlêrê dûr bixe bo çiyayan, ji bo ku dezgehên petrolê ji metirsiya lêdana careke din a bi vî rengî biparêze, bi vê behaneyê hikûmetê di payîza 1965 de êrîşeke mezin û berfireh bo ser deşta Hewlêrê li gundên Bêstane û Îlincax û Qeşqe û Xurxur û navçeyên Koye û Teq Teq û Dîgele destpêkir, ji bo ku Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyan derxîne û tevger û çalakiyên wan li deşta Hewlêrê asteng bike.  

Çavkanî:

1- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.

2- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, Hewlêr, 2007

3- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Duhok 1999.

4- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.

5- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.