Sala 1965 û salên dûv re, ji salên tal û giran ên temenê Şoreşa Eylûlê bûn. Di wê salê de gelek şerên dijwar rû dan û gelek serkeftinên mezin jî hatin bidestxistin. Piştî qutbûna gotûbêjên di navbera şoreşê û hikûmeta Îraqê de, her du alî xwe ji bo şer û rûbirûbûnê amade kirin. Li navçeyên cuda bi hev ketin, şerên mezin û berfireh rû dan. Di wê salê de gelek cih û rûberên fireh ketin destê şoreşê, hejmareke mezin ji xelk û çekdarên ser bi hikûmetê ve peywendî bi rêzên şoreşê kirin. Bîra neteweyî û şoreşê di nav eşîran de bi kûrahî belav bû. Hikûmeta Îraqê ji bo bêhêzkirina şoreşê û wergirtina wan navçeyên ku ji dest dabûn, çendîn êrîşên berfireh dest pê kirin wek: êrîşa çiyayê Sefîn, Pîremegrûn, Qeredax, Ezmir, Zînetîr, bereya Rewandiz û gelekên din, şer û dastanên mezin jê hatin holê.
Dastana Zozikê jî wek yek ji berdewamiya wan êrîşên berfireh hat holê ku di payîza sala 1965an de Artêşa Iraqê kir ser çiyayê navborî. Lê berî ku em werin ser hûrgiliyên êrîşê, pêwîst e kurteyek li ser rewşa erdnîgarî û cihê stratejîk ê wê ji bo şoreşê bixin ber çavan, ku yek ji çiyayên navdar ên başûrê Kurdistanê ye. Li ser bajarê Soran dinêre û bi komek gundan hatiye dorpêçkirin, wek: gundên Bersrîn û Pîruswan li rojhilatê çiyayê û her yek ji gundên Sîtkan a bakur, Badlîyan û Dêlzîyan jî li rojava û Berzêwe, Kewrîn û Gwan li damênê çiyayê hatine avakirin. Di rojên Şoreşa Eylûlê de her yek ji van gundan wek penageh û piştevaniyek girîng a şoreşê bûn di man û bihawarhatina Pêşmerge de, bi taybetî di kêliyên şer de.
Girîngiya çiyayê Zozikê di wê de bû ku ji bo Şoreşa Eylûlê ji aliyê serbazî ve, bi sedema rewşa erdnîgarî û cihê stratejîk ê wê ku rêya sereke ya Hamiltonê bi damênê çiyayê re derbas dibe, ji aliyekê ve ji bo parastina rêyê û ji aliyê din ve ku li ser deşta Dîyana dinêre, xalek girîng a bihevgihandina her du deverên Barzan û Balekayetî bû ku navenda sereke ya serkirdatiya Şoreşa Eylûlê bû. Her ji ber vê yekê hikûmeta Îraqê her tim di plan û bernameya wê de bû ku cihên stratejîk desteser bike û li hemû wan cihan şoreşê asteng bike.
Ji bo parastina navçeyê û rêgirtin li dagirkeriya Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê xêzeke berevaniyê li çiyayê Zozik û gerûyê Sirût û gerûyê Umeraxa heta digihêje ser rûbarê Mûsekawa danî û sengerên xwe lê damezrandin (Gerdî, 2020, 315). Artêşa navborî ji bo ku destê wê bigihêje cihên stratejîk, her tim di hewl û planê de bû.
Di destpêka payîza sala 1965an de Artêşa Iraqê bi piştgiriya balafirên şer û bi dehan hezar serbaz û çekdarên kirêgirtî (cahş) êrîş bo ser çiyayê Zozik dest pê kir. Destpêkê dest bi topbaranek dijwar li ser çiyayê kir. Piştî topbaranê bi hezaran serbazên Îraqî êrîşî sengerên Pêşmerge kirin. Piştî çend êrîşên dijwar û tûj karîn dest bi ser yek ji bilindahiyên çiyayê de bigirin. Ev bû cihê metirsiyê li ser sengerên Pêşmerge li damênê çiyayê, lewra biryara paşekişeyê hat dayîn ji bo ku bi planeke xurt êrîşa berevajî pêk bînin û karibin wan cihan bigirin ku ji dest dabûn. Her çend Hêzên Pêşmerge destpêkê bi çend êrîşên lawaz dest pê kir ji bo girtina cihan, lê serkeftî nebûn.
Paşê bi amadekariyeke baş, Hêzên Pêşmerge bi planeke xurt êrîşeke berfireh bi fermandariya Hecî Bêroxî, fermandeyê batalyonê û çend berpirsên din ên serbazî wek: (Erîf Yasîn, Remezan Yasîn, Cadir Gûyêzî, Ezîzxan Muhacir, Sebah Mîrkêyê Xeylanî, Elî Şikak û Cewher Bêrsîyavî) herwiha (Hemîd Efendî, Mistefa Nêrweyî û Hesen Xal Hemze) êrîşî Artêşa Iraqê kirin. Piştî şerekî germ ê çend saetan, serbazên Artêşa Iraqê nekarîn xwe li hember êrîşa Pêşmerge ragirin, belkî şikest xwarin û revîn. Nêzîkî 21 serbaz li çiyayê pişt gundê Gwan xwe avêtin xwarê û hejmareke mezin ji laşê kuştiyên wan li meydanê şer de man. Hêzên Pêşmerge jî tenê du Şehîd û pênc birîndarên wan hebûn.
Ev serkeftina Pêşmerge û şikestina Artêşa Iraqê bû sedema tûreyiya serên hikûmeta Îraqê û efserên wan. Lewra biryar dan ku bi her awayî be pêwîst e ev cih dagir bikin û tola xwe ji Hêzên Pêşmerge vekin. Ji bo vê yekê di dîroka 3ê gulana 1966an de êrîşeke mezin dest pê kirin ji qolên çiyayê Hindirên, Zozik û gerûyê Umeraxa bi piştgiriya balafirên şer û topxaneyên artêşê.
Piştî çend rojan ji şerê berdewam ku her yek ji (Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî) serperiştiya bereya şer dikirin, bi taybetî ku hikûmeta Îraqê guşareke mezin xistibû ser sengerên Pêşmerge û karîbû çend cihên çiyayê Zozik bigire, (Mela Mistefa Barzanî) rêberê şoreşê bi xwe li bereyên şer amade bû li çiyayê Zozik. Hêzên Pêşmerge karîn li hemû qolan şikestê bi Artêşa Iraqê bînin û ziyaneke mezin bigihîninê ku pêk hatibû ji kuştina (400) serbazan û birîndarbûna (600) serbazan. Di destkeftiyan de ku ketin destê Pêşmerge, çar topên (75) mm, çar hawenên (4,2) û deh hawenên (2,3) girê û (600) perçe çekên sivik û (15) amûrên bêtêl û hejmareke mezin ji fîşekan bûn.
Çavkanî:1-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa yekem, çapa yekem, Hewlêr 2004.
2-Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek li xizmeta Barzanî da ... Hecî Bêroxî, berga yekem, çapa duyem, 2020.





