Ehmed Awa navçeyeke bedew a geştyarî ye ku dikeve geliyê Zelmê ku ser bi nahiya Xurmalê ve ye li parêzgeha Helebceyê, li rojhilatê bajarê Silêmaniyê bi dûriya 84 km hatiye avakirin, di serdema Şoreşa Gulanê de ew navçe gelek dastan û êrîşên Pêşmerge dîtine ku êrîş birine ser binke, baregeh û cihên leşkerî û çekdarî yên hikûmeta Îraqê, di encamê de derbeyên kujer li wan xistine û peyama zindîbûna şoreşê û parastina mafên azadiyê yên gelê Kurdistanê û pêkanîna dêmokrasiyê bi guhê wan de kirine.        

Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di 1ê tîrmeha sala 1987an de nexşeyeke xurt danî ku êrîş bibin ser çend xalên leşkerî yên Artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên ser bi hikûmetê, bi wê armancê ku çalakiyeke mezin a partîzanî li Ehmed Awa û Hanê Qol pêk bînin, piştî temambûna amadekariyên çalakiyê, hêza Pêşmerge êrîşeke mezin bir ser artêş û çekdarên kirêgirtî û artêşa milî (Ceyşê Şe'bî) li wê navçeyê, di demekê diyarkirî de karîn dest deynin ser fewcek çekdarên kirêgirtî (caş) û fewcek Artêşa Iraqê û baregeha seriyeya Ceyşê Şe'bî ku li wê navçeyê hebûna wan hebû.

Di wê êrîşa Pêşmerge de hêzên hikûmeta Îraqê ziyaneke gelek mezin dîtin ku ji sedan kuştî û birîndaran pêk dihat, ligel wê jî nêzîkî 220 serbaz û çekdar ji hêzên hikûmetê bi dîl hatin girtin, destkeftiya şoreşê di wê dastanê de miqdarek zêde ya çek û cebilxaneyên leşkerî bû, ku ji nêzîkî hezar perçe çekên curbecur pêk dihat, cihê gotinê ye ku navçe ji bo maweya du rojan di destê Pêşmerge de bû paşê paşekişe kirin û cihê xwe bi cih hiştin, piştî lêdaneke kujer li hêzên hikûmeta Îraqê di wê dastanê de, hêza Pêşmerge jî bê ziyan nebû belku heft Pêşmerge tê de Şehîd bûn bi navên Serdar Hacî Huseyn, Şêx Kamil Firyasî, Xerîb Dolê Sûrî, Elî Mela, Kawe Derbendî, Qadir Cebar û Hesen Marif.                

Diyar e hebûna dastanên bi vî rengî yên hêzên şoreşê bandoreke mezin a erênî li ser bilindbûna mora Pêşmerge hebû bi taybetî di warê baweriya bi xwe û hestkirin bi berpirsiyarî, di heman demê de şikesteke mezin a artêş û çekdarên hikûmetê bû ku xwediyê hêzeke zêde ya tijî çekên pêşketî bûn, di her şer û dastanê de ziyanên canî û madî yên mezin dîtin.  

    

    Çavkanî:  

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşî duwem, çapî yekem, çapxaney Roksana, 2021.

  2. Ehmed Awa https://ar.wikipedia.org/wiki/%D 

  3. Nûrî Heme Elî, Mêjûy têkoşanî Pêşmergeyek le nêwan jiyan û mergda, çapî duwem, çapxaney Şehab, Hewlêr - 2016.