Nahiyeya Bamernê dikeve binarê Çiyayê Metîna ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, di Şoreşa Eylûlê de şerê mezin bi xwe ve dîtiye ku diyarîtirîn wan dastana Çiyayê Metîna ye, diyar e ew dastan û gelekên din roleke mezin anîne holê di rengrêjkirina rûpelên dîrokê bi wan şer û neberdiyan ku li ser destê Hêzên Pêşmerge hatine tomarkirin ji bo desteberkirina azadiyê.
Berdewamiya xebat û çalakiyên Pêşmerge, dewlet di navçeyên cuda yên Kurdistanê de di serdema Şoreşa Gulanê de xist tengasiyê, bi şêwazê partîzanî hat karîn derbeyên kujer li dam û dezgehên leşkerî û ewlehiyên hikûmeta Beis bêne gihandin, dastana Bamernê yek ji wan helmetên Pêşmerge ye ku kirine ser molgeh û serbazgehên Artêşa Iraqê li navçeya Bamernê şeva 26 li ser 27ê Gulana 1987an ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên lijneyên navçeyên Amêdiyê û Dihok û Şêxan û berevaniya gel ve hat encamdan.
Her çend êrîşa Pêşmerge şevekê paş ket ji ber paşvekişandina çekdarên kirêgirtî ku sozê hevkariyê dabûn, lê paşê bi planeke tokmeyî ya leşkerî êrîş birin ser baregehên leşkerî yên Artêşa Iraqê li deverê, di demekê kêm de dest danîn ser sêzdeh senger û firokexaneya Bamernê û baregeha fewca parêzvanên sînor û fewca 140an, derbeyeke mezin li serbazên Artêşa Iraqê ket ku pêk hatibû ji kuştina zêdetirî sed serbaz û dîlgirtina 58ên din, destkeftiyên wê dastanê pêk hatibûn ji zêdetirî du sed û pazdeh perçe çekên curbicur û zêdetirî 20150 fîşekên curbicur, diyar e Hêzên Pêşmerge jî bê ziyan nebûn ku du Pêşmerge Şehîd bûne bi navên Fewzî Remezan Reşo Skrînî û Ebdulsetar Salih Murad û birîndarbûna sî Pêşmergeyên din.
Di wê êrîşê de li baregeha fewcê dest danîn ser 32 hezar dînarî, rastewxwe Pêşmerge û berpirsan rabûn pereyê xwe kirin diyarî ji bo malbatên Şehîdan, diyar e serkeftina wê dastanê û lêdana bi hêz li dezgehên leşkerî yên hikûmetê moraleke mezin bû ji bo şoreşê û Hêzên Pêşmerge, peyameke bi hêz jî bû ji bo rejîma Beis ku şoreş berdewam e û di şiyanê de ye çalakiyên mezin encam bide li her cihê ku bixwaze.
Çavkanî:-
https://www.kurdipedia.org/default.aspx?lng=1&q=20081218012640829
-
Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1961-1975, çapa yekem, 2018.
-
Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem 1975 – 1990 Şoreşa Gulanê beşa duyem çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.





