Cixsî Reşîd Hafiz di sala 1963an li gundê Gorra li bajarokê Sîdekan parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendewar bû, jiyana hevjîniyê pêk anî bû, di sala 1987an de ji aliyê rejîma Beis ve hat girtin û piştî demekê hatiye azadkirin. Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de dibe Pêşmerge li artêşa 6ê ya Soran, di sala 1996an de bûye cîgirê batalyonê li hêza 64ê ya artêşa Sîdekan û beşdarî şerên parastina serweriya yasayê dike, di roja 3ê tebaxa 1997an de di encama teqîna mînekê de ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn di şerê parastina serweriya yasayê de li çiyayê Robî û Riwil li devera Sîdekan Şehîd bûye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





