Şehîd Cemîl Ferhan Ferhan Blêcanî Golî, di sala 1927an de li gundê Kehniya Tûya ya devera Golliya ji malbatek kurdperwer ji dayik bûye, di adara sala 1962an de li geliyê Qentara şehîd dibe, digel heval û hevçeperê xwe yê Pêşmerge Îbrahîm Gravî her li wir tên veşartin, çar zarok li dû xwe dihêle sê kur û yek keç.
XebatnameŞehîd Cemîl Ferhan Ferhan Blêcanî Golî,di sala 1958an de digel xwedê jê razî Mela Emîn tê rêxistin di nava rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, yek ji wan kesan bûye qet yê bêhêvî nebûye hemû deman yê geşbîn bûye zor bi emanet her erkekê pê hatiba raspardin bê dudilî encam digehand, li ser karê xwe yê rêxistinê berdewam bûye heta ku sala 1961ê digel pismamê xwe Adil Taha li gundê Dûşêşê li devera Berwariya Bala di xizmeta Barzaniyê nemir da şad dibe.
Ji ber hesta wî ya neteweyî û evîna wî bo peyva Pêşmerge lewma her di wê salê da çekê şeref û kerametê dide milê xwe dibe Pêşmerge û, di demê hikûmeta Îraqê êrîş aniye ser devera Zaxo yekem çalakiyên wî yên pêşmergatiyê digel pismamê wî Selîm Taha Ebdulrehman li gundê Tilkêja bo bersîng girtina hêza dijmin demê dixwast êrîşî Zaxo bikin ew tivinga Brnû ya milê wî jî ve, şehîd mirovekê xwedan rewişt û nefsbiçûk û hemû dema diviya xizmeta hevalên xwe yên Pêşmerge bike û yê berdewam bû li ser erkê xwe yê pêşmergatiyê taku hêza Dihokê hatiye teşkil kirin li devera Doskiya.
Di adara sala 1962an de di demê hêzên dijmin êrîşeka berbelav aniye ser devera Doskiya bi taybetî gundê Mangêşkê bo bersîng girtina wê hêza dijmin şehîd Cemîl bi serperiştiya Adil Taha Ebdulrehman boseyekê li geliyê Qentara, Pêzîkê li bana Dêrkê li bersîngê wê hêzê danin û piştî şerekê dijwar li 5ê gulana sala 1962an guleka topa dijmin pê ve diteqe û tenê çend parçeyên biçûk ji laşê wî dimînin digel heval û hevçeperê xwe yê Pêşmerge Îbrahîm Gravî şehîd bin û digehine karwanê nemiran û her li wir tên veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




