Cemal Qadir Emîn ku bi Şêx Cemal Çotan tê naskirin, di sala 1942an de li gundê Çotan ê ser bi nahiyeya Nalparêzê ji dayik bûye, gundî bû û qonaxa seretayî û hûcreya olî li Nalparêz û Pêncwênê qedandiye, karmendê rêveberiya veguhastin û ragihandinê ya nahiyeya Erebetê bû, bi Nefiye Qadir re zewicî bû û bavê kur û sê keçan bû (Mesûd, Semîre, Munîre, Kulsûm).
Di sala 1962an de tevlî refên Pêşmergeyên seriyê Şerîf Hecî Mela yê ser bi fujê Xebat ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, beşdarî epîka pira Zelm, şerê Pêncwênê, şerê Welesemt û Qelbezê, şerê Kanî Bûze, Taze De, şerê Dole Sor, şerê Nalparêzê, şerê pira Klûz (Kesene Girte), şerê Seyîd Sadiq, şerê Derbendîxanê, şerê Ehmed Awa, şerê Kanî Sêv, şerê Xurmalê, şerê çiyayê Şinroyê bûye, di sala 1962an de tevlî refên Pêşmergeyên seriyê Şerîf Hecî Mela yê ser bi fujê Xebat ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di şerê Welesemt û Qelbezê de di sala 1963an de û di şerê Dole Sor de di sala 1967an de birîndar bûye.
Di sala 1964an de mansibê fermandeyê feylê wergirtiye, di sala 1968an de bûye berpirsiyarê baskê serbazî yê seriyê Şerîf Hecî Mela, herwiha di sala 1970yî de mansibê fermandeyê feylê yê ser bi fujê heftemîn ê sînorparêz wergirtiye, di sala 1974an de mansibê fermandeyê seriyê duyem ê ser bi fujê (Bemû) di nav Hêzên Xebat ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de wergirtiye, dema ku Heme Sor Huseyn fermandeyê fujê navborî bû.
Di 4ê Hezîrana 1974an de Şêx Cemal Çotan ligel komek ji hevalên xwe yên Pêşmerge kemînek ji bo karwanekî serbazî yê rejîma Iraqê li ser rêya Silêmanî-Erebetê danî ku dixwest êrîşî qezaya Derbendîxanê bike, piştî pevçûnên tund ên di navbera her du aliyan de, Şêx Cemal Çotan û hejmarek ji hevalên xwe yên Pêşmerge ku di nav wan de Kemal Hawarî, Elî Mezli, Fettah Sor hebûn, Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


