Cemal Hewêz Ehmed, sala 1975 li gundê Wertê ser bi qezaya Rewandiz li îdareya serbixwe ya Soran ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye, sala 1997 Şehîd hatiye kirin.

 Sala 1994 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1995 li Lîwaya Mistefa Wertê li Artêşa 6ê Soran bûye Pêşmerge, beşdarî şerên devera Balekayetî kiriye. Di roja 7ê îlonê 1997an de di şerê parastina serweriya yasayê de, li gundê Wertê ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.