Jînenîgarî

Celal Kerîm Weysî Hewêz sala 1965an li Derbendê Hesarê yê ser bi bajarokê Şeqlaweyê ji dayik bûye. Xwendekarê qonaxa amadeyî bûye li dibistana Şêx Wesan. Dayika wî bi navê Esê Ehmed Hemed bûye û du birayên wî hene bi navên Zeryan, Bapîr ku bi Zeryan Şêx Wesanî, Bapîr Şêx Wesanî tên naskirin, sê xwişkên wî jî hene bi navên Razawê, Misrî, Amînê.

Xebatname

Wê demê ku xwendekar bûye, peywendî bi rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re kiriye, endamekî çalak ê vê rêxistinê bûye. Bi sedema çalakiyên navbirî, ew bi xwe û Zeryan Şêx Wesanî yê birayê wî çavdêriyeke tund li ser wan dibe û gava hîs dike ku nêzîk e bê girtin, di sala 1987an de bi neçarî biryara devjêberdana dibistanê dide û peywendî bi birayê xwe yê li Dola Şêx Wesan dike.

Zû bi zû bi sedema wêrekî û çavnetirsiya xwe tê xistin ser çekê cureyê Doşka.

Di sala 1988an de bi mefrezeyekê tên deşta Herîrê û dikevin bosiya dijminên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û navbirî şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.