Di dîroka bizava rizgarîxwaza Kurd de, şerê partîzanî wekî bandorkertirîn çekê Hêzên Pêşmerge li dijî artêşa Baas hatiye naskirin. Yek ji wan çalakiyên jêhatî û serkeftî ku di destpêka heştêyên sedsala borî de hat encamdan, Boseya gundê Mijêser bû li devera Bradost. Devera Bradost bi sedema helkefta xwe ya erdnîgarî û nêzîkbûna ji sînoran, pêgeheke stratejîk hebû ji bo Pêşmerge, di heman demê de rêyeke sereke ya gihandina pêdiviyên (tedarîkatî) leşkerî bû ji bo bajarokê Sîdekan û rebayeyên derdora wê. Ev çalakî ne tenê ziyanên canî û madî bi dijmin gihand, belkû bandoreke derûnî ya kûr li ser moralê Artêşa Iraqê li wê navçeyê de bicîh hişt.
Ji bo berdewamkirina çalakiyên Pêşmerge û lêdan û gihandina ziyanê bi hêzên leşkerî yên rejîma Baas, mefrezeyeke Pêşmerge bi fermandariya Hemed Mamend nexşe û plana çalakiyeke partîzanî danîn, ji bo danîna boseyekê ku êrîş bikin ser otomobîlên leşkerî yên Artêşa Iraqê, piştî gotûbêjkirin û raya xwe guhertin li ser diyarkirina cihê encamdana çalakiyê, gihîştin wê baweriyê ku nêzîkî gundê Mijêser ê devera Bradost cihekî guncaw e ji bo danîna boseyê, ji ber ku cihekî dolanî ye û dinêre ser rêya sereke ku bi bajarokê Sîdekan ve digihîne û herdem otomobîla leşkerî pê de diçû.
Êvarek biharê ya sala 1980 Pêşmerge gihîştin cihê mebestê, her yek li cihê diyarkirî bicîh bûn, ji bo maweyekê di çaverêya hatina otomobîleke leşkerî de xwe veşartin, di nişkave de otomobîleke leşkerî ya cureya (Cîp Qiyade) li rêya xwe diyar bû ku ber bi boseya Pêşmergeyan ve rêya xwe girtibû.
Her ku otomobîl gihîşt boseya Pêşmergeyan hemûyan bi hev re dest bi gulebaranê kirin, di maweyek kêm de karîn otomobîlê têk bibin û tevahiya sernişînan bikujin ku heft serbaz tê de bûn, ti kes ji wan bi silametî dernakeve, lê ji ber ku cihê wê li ser rêya sereke bû û herdem hêza leşkerî hatûçûn pê de dikir, bilindahiyên derdorê jî rebaye û baregehên leşkerî bûn, Pêşmergeyan nekarîn biçin cihê têkçûna otomobîlê ji bo destbiserdagirtin û komkirina çekên wan, belkû ji ber silametiya canê xwe tenê karîn ji cihê xwe dûr bikevin û bi silametî derkevin. Şayê behsê ye çalakiyê dengvedaneke mezin li pey xwe anî û tirs û tirsandineke mezin xist nava rêzên leşkerî yên Artêşa Iraqê.
Çavkanî:Dîmane li gel Ebdulrehman Hacî, Soran, 2ê Sibata 2026.





