Cihê bîranînê ye ku di perawêza civîna rêxistina OPEKê de li Cezayîrê rêkeftinek bi navê Rêkeftinnameya Cezayîr (6ê adara 1975) di navbera Sedam Husên, cîgirê serokkomarê Îraqê û Mihemed Reza, şahê Îranê de li dijî Şoreşa Eylûlê hate kirin, lê tevî lêborînên giştî yên li pey hev ên rejîmê û gef û zextên rejîma şah li dijî şoreşgeran bi mebesta veger û piştgirtina serkirdayetiya xweragiriya şoreşê, hejmareke zêde ya şoreşgeran red kirin ku vegerin bin desthilata wê hikûmetê ku li dijî gelê xwe beşek ji xak û ava welat herac kiribû û li wê kampê niştecih bûn.

Wekî ku di bingehên yasaya mirovî ya navneteweyî de hatiye, di her pevçûneke serbazî de divê hemû alî tenê pêgehên serbazî bikin armanc, nabe xelkê sivîl, çi wek kom û çi wek takekes bên armanckirin. Êrîşkirina kampa Zêwê wek tawankariyê tê hejmartin, her li ser bingeha wê yasaya navneteweyî, serok Mesûd Barzanî di peyameke xwe de bi boneya 35emîn salvegera wê tawankariyê dibêje: "Karesata Zêwê yek ji rûpelên reş ên dewleta Îraqê ye û tu carî ji bîr naçe", yanê berpirsiyarî di stûyê Îraqê de ye, ji ber ku li gorî yasaya navneteweyî û pênaseya bi tawan naskirina kiryarê, ewê ku derheqê kampa Zêwê de hatiye kirin, her du regezên sereke yên bi tawan naskirinê tê de hene ku tê de hatiye: Yekem, tawankarî derheqê kesên ku rol û beşdariyeke rasterast di şer û hûrgiliyên wî de nîne û nekirine, hatibe kirin. Duyem, bi behaneya şer hatibe kirin, yanê şer sedem û zemîn, yan derfeta tawankariyeke wiha rexsandibe. Bi maneyeke din, eger tawankarî ji bo temamkirina mebest û armancên şer be.

Di yasaya mirovî ya navneteweyî de, kuştin, komkujî, ji mirovahiyê xistin, paqijkirina nijadî, ceribandina neexlaqî li ser mirovan, cezakirin bêyî dadgeh, bikaranîna çekên komkuj, terora dewletê, terora piştgirîkirî ji aliyê dewletê ve, revandin, windabûna bi zorê, bikaranîna serbazî ya zarokan, bendkirina neheqane, kolekirin, eşkence, destdirêjî, tepeserkirina siyasî, cudakariya nijadî û binpêkirina mafên mirovan, wek tawankariyên li dijî mirovahiyê tên dîtin eger bi awayekî nexşedar û berbelav bên kirin.

Lewma li gorî wê polênkirina navneteweyî be, bombarankirina kampa Zêwê ku taybet bû bi penaberan û xelkê sivîl tê de niştecih bû, tawankariya navneteweyî ye, ji ber ku sercem niştecihên kampê hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê bûn û ji tirsa hikûmeta wê demê ya Îraqê zêdê xwe cîh hêştibûn û li wê kampê niştecih bûn, di heman demê de Îraq li gel Komara Îslamî ya Îranê di şer de bû, ewê Îraq li dijî wê kampê kir ji bo temamkirina mebest û armancên şer bûye, ev jî tawankarî ye. Di wê barê de Xoşewî Elî Kanîelincî, wek welatiyeke nişteciha wê kampê di daxuyaniyekê de ji bo malpera kdpinfo gotiye: "Di navbera salên 1980 heta 1988an de bi dirêjahiya wan salan şerê navbera Îran-Îraqê birêve diçû, 9 caran Zêwê bû armanc û hat bombarankirin, ev di demekê de bû ku li gorî mîsaqa Neteweyên Yekbûyî, em penaberên siyasî bûn li Îranê, diviyabû jiyan û kerametê me parastî be, lê dûr ji hemû nirxeke mirovahiyê û yasa û rêsayên navneteweyî, rejîma Îraqê destê xwe gihand xwîna jin û zarokên penaber".

Herwiha di barê mezinahiya tawankariyê û şopên derûnî û cesteî yên wê tawankariyê li ser birîndar û kesûkarên Şehîdan de gotiye: "Di vê bombarana asmanî de nêzîkî 150 penaber Şehîd û nêzîkî 400 penaber jî birîndar bûn, di nav Şehîdan de hebûn parçeyên wan jî diyar nebûn, ewên ku birîndar in hinek ji wan niha jî ji ber dijwariya birînên xwe dinalînin".

Serok Mesûd Barzanî ku piştî tawankariyê destpêkê gihîşte nav kampê û çavê wî bi welatiyên karesatbar ket û bi çavê xwe qebareya tawankariyê dît, di civîneke cemawerî de di barê tawankariyên hikûmeta wê demê ya Îraqê li hember gelê Kurd de got: "Sal 1985an dema Zêwê hat bombarankirin, tawankariyeke wiha ku nehatibû texmînkirin, ez yekser gihîştim wir, bawer bikin di jiyana xwe de rojek bi ser min de derbas nebûye ku ew dîmen neyên ber çavên min, zarokên bêser, zarokên bûne du let, jin û tiştên wiha min dît ku nayê wesifkirin. Ez di wê demê de şêrejinike min dît, kîsê parçeyên goştê her çar kurên xwe danî û hat û ez hembêz kirim û got: Ez naxwazim hêsrên te bibînim, du kurên min mane, bila ew jî bibin qurbaniyên Kurdistanê".

Fehîme Remezan ku di dema tawankariyê de temenê wê heşt salan bû, tevî ku ji ber kêmendamtiyê, dayik û birayekî wê jî di bombarankirinê de Şehîd bûne. Herwiha Gulîşan Xalidî ku ew jî birîndara bombarankirinê ye, Hesen Sofî ku ji ber bombarankirinê lingekî xwe ji dest daye, Aîşe Sorakanî ku di wê bombarankirinê de hevjînê wê Şehîd bûye û kurekî wê jî kêmendam bûye, heta niha bi destê êşên cesteî û derûnî yên xwe dinalînin û bûyer di bîra wan de amade ye.

Di heman demê de, her kesekî nalîna birîndaran û cesteî letletkirî û şewitî yên Şehîdên Zêwê dîtiba, pir bi başî hovîtiya rejîma wê demê ya Îraqê û mezlûmiyeta gelê Kurdistanê jê re diyar dibû, lê xweragirî û qehremaniya penaberên Zêwê û dayik Amîne û sedan nimûneyên din ên gelê Kurd, peyameke zelal e ji bo hemû aliyan ku dijmin çendî dilreş û pirçek jî be nikare rê li ber îradeya azadîxwaziya gelê Kurd bigire, dema ku got: "Eger dijmin letletî me jî bike, tu carî xwe radest nakin, ji ber ku di ferhenga xebata Kurdistanê de xwe tewandin nîne".

Tevî ku êrîşa asmanî ya kampa Zêwê ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îraqê, li gorî yasayên derbasdar ên navneteweyî tawankariya dijî mirovahiyê ye û piştî proseya azadiya Îraqê û damezrandina dadgeha bilind a tawankariyan, hemû belgeyên bombarankirina vê tawankariyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve radestî dadgeha navborî hatin kirin, lê heta niha bê bersiv e.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
  2. Serkevt Celîl, Rûdawên Xurmatû di bin siya yasaya tawankariya navneteweyî de, lêkolîn.
  3. 33 3- Sal bi ser bombarana kampa Zêwê de ji aliyê... | Rudaw.net (rudaw.net)
  4. Tawankariyên li dijî mirovahiyê - Wîkîpediya, ensîklopediya azad (wikipedia.org)