Şehîd Behaedîn Yûsif Hesen Stûnî, sal 1950 li gundê Stûnî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye û xwediyê 3 keç û kurekî bûye. Sal 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Welatê Îranê bûye û li kampên Zêwe nîştecih bûye.

Sal 1978 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û ligel Mîto Ehmed Stûnî bûye Pêşmerge. Sal 1991 beşdarî raperîna Başûrê Kurdistanê kiriye û heman sal vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Sardaw nîştecih bûye.

Sal 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li Supaya Barzan bûye Pêşmerge. Sal 1997 ji aliyê çekdarên PKKê li navçeya Derpelî li Qopî Şehîdên devera Barzan Şehîd bûne û li goristana Sardaw bi xakê hatiye spartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê