Badîn Cewher Reşîd Mûkî Mizûrî, sala 1960î li gundê Mûkayê yê ser bi navçeya Mizûrî Bala ya ser bi nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, sala 1978an ji aliyê rejîma Beis ve bo kampa Guretu ya qezaya Mêrgesorê hatine veguhastin, sala 1981ê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêweyê nîştecih bûye. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1981ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û di Hêzên Barzan de bûye Pêşmerge, sala 1988an beşdarî di destana Xwakurkê de kiriye, sala 1992an di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge û beşdarî di şerên berevaniyê yên li ser serweriya yasayê de kiriye.
Sala 1998an li gundê Mûsekayê yê ser bi devera Mizûrî Bala ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




