Şehîd Azad Heme Elî, di sala 1968an de li gundê Sergelû yê ser bi nahyeya Sûrdax a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, selit bûye. Di sala 1985an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di rêxistina Xurmal a ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Lqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Wê demê Nazim Xurmalî berpirsiyarê rêxistinê û fermandeyê mefrezeya Xurmal bûye. Di Şoreşa Gulanê de beşdarî şerê Xornewazan, şerê Ehmed Awa, şerê baregeha polîsên Xurmal, şerên partîzanî yên deşta Şarezûr û şerê serbazgeha Banî Şar kiriye.
Di 10ê gulana 1987an de Azad û hevsengerên wî êrîş kirine ser serbazgeha Artêşa Iraqê ya li gundê Banî Şar a di navbera Xurmal û Ehmed Awa de, di gihîştina wan a yekem sengerê serbazên Beis de, mîna çandî ya Azad Heme Elî teqiya û bi giranî birîndar bûye, hevsengerên wî ji bo wergirtina çareseriyê wî dibin welatê Îranê û li ser sînor li Derbendê Dizlî Azad Heme Elî ji ber giranîya birîna xwe Şehîd bûye û hevsengerên wî li goristana Dizlî ew spartine axê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





