Şoreşa mezin a Eylûlê di 11ê îlona sala 1961ê de bi serokatiya general Mistefa Barzanî dest pê kir. Ji ber ku şoreş seranserî bû, lewma hejmareke mezin a Pêşmergeyan tê de beşdar bûn û parastina ax û welatiyên Kurdistanê dikirin. Dema şoreş dest pê kir, Pêşmerge ji baregehên leşkerî û bingehên polîsan derketin û li piraniya navçeyên Kurdistanê ew derxistin. Piştî vê, yek bi yek û kom bi kom welatiyan xwe digihandin sînorê navçeyên azadkirî û peywendî bi artêşa şoreşger a Kurdistanê re dikirin.  

Ew kesên ku peywendî bi artêşa Şoreşa Eylûlê re kirin, çend komên cuda yên nava civaka Kurd bûn. Koma yekem ew bûn ku bi hevalên Barzanî hatine naskirin û di sala 1947an de ligel serok Mistefa Barzanî çûn Sovyetê. Vê komê şarezayiyeke mezin di şerkirin û rûbirûbûna dijmin de hebû, ji ber ku hinek ji wan di şoreşa yekem û duyem a Barzan de xebatkar bûn û paşê jî ligel general Barzanî di çarçoveya hêza Barzan de Komara Kurdistanê ji dijminan diparastin. Vê komê şarezayê şerê çiya û taktîkên hûr ên parastinê bûn, ji hemûyan girîngtir amade bûn di pênavê Kurdistan û Barzanî de ku serkirdeyê şoreşê bû, can û jiyana xwe bext bikin.

Koma duyem a wan Pêşmergeyên ku çûn rêzên şoreşê, ew efserên Kurdperwer bûn ku di rêzên Artêşa Îraqê de berpirsiyariya wan hebû, ji wan: Eqîd Teha Bamerinî, Eqîd Ebdulrehman Qazî, Muqedem Nafiz Celal, Muqedem Ezîz Akreyî, Şêx Reza Gulanî ku efserê polîs bû. Hatina wan efseran bo nava şoreşê bandoreke berçav çêkir, ji ber ku şarezayê plan û taktîkên Artêşa Îraqê bûn û di bikaranîna çek û top û bêtêl..hwd de pispor bûn. Herwiha bi hatina xwe bandoreke neyînî jî di rêzên artêşa dijmin de çêkirin, ji ber ku evan şarezayê navçeyên çiyayî bûn, eger Artêşa Îraqê bi cih nehiştibana, wê demê dibûn çavkaniya Artêşa Îraqê û dikaribûn derbeyên kujer li artêşa şoreşger a Kurdistanê bidin.

Koma sêyem ew ciwanên xwîngerm bûn ku di rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de mijûlî karê siyasî bûn, lê piştî destpêkirina şoreşê, beşeke mezin ji wan bajaran bi cih hiştin û peywendî bi rêzên şoreşê re kirin. Hatina van jî bo nava şoreşê girîng bû, ji ber ku xwendewar bûn û her yek ji wan pisporiyeke wî hebû ku di navçeyên bin desthilata şoreşê de sûd jê dihat girtin. Koma çaremîn jî ku piraniya artêşa şoreşê pêk dianîn, cotkar û karker û xortên Kurd bûn û hemû hêviya jiyana wan rizgariya axa Kurdistanê bû, vê komê bi ser û bi mal di xizmeta şoreşê de bûn û mêrên malbatan çek li mil bûn ji bo parastinê û jinan jî nan û av û pêdiviyên din ên Pêşmerge, ewê ji destê wan hatiba, dabîn dikirin. Koma çarem; koma gurz û tîna şoreşê bûn û ew nebana, qet şoreşê nedikarî di nava wê hemû dijminî de çardeh salan berdewam be.

Koma pêncem Kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava bûn ku baweriya wan bi doza neteweya wan hebû û xebata her parçeyekî li ser xwe erk didîtin. Herwiha di Şoreşa Eylûlê de pêkhateyên neteweyî û ayînî yên Kurdistanê beşdar bûn û rola wan a berçav hebû, wek xirîstiyan û êzdî û tirkmen. Beşdariya van pêkhateyên neteweyî û ayînî bo nebûna cudahiyê vedigere di navbera Kurd û wan pêkhateyan de, bi wê wateyê ku hikûmeta Îraqê cudahî nedikir di navbera wan de û hemûyan wek yek diçewsandin û zindanî dikirin û mafên wan jê distandin. Herwiha şoreşê jî cudahî di navbera wan pêkhateyan de nedikir, bi wê ku hemûyan bi yek çavî dinêrî û hemûyan diparast û rê nedida ti yek ji van pêkhateyan mafê pêkhateyên din binpê bike.

Dema di 4ê çiriya pêşîn a 1964an de Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hat pêkanîn, serkirdayetiya artêşa şoreşê rasterast di destê Barzanî de bû. Herwiha rêkxistina karûbarên wê jî li gorî madeya bîst û pêncem a destûra Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa Kurdistanê ya Îraqê bi vî awayî bû: Beşeke leşkerî di nivîsgeha cîbicîkirinê de tê pêkanîn, erka wê ew dibe karûbarên leşkerî di şoreşê de rêk bixe û kar jî bike bo pêşxistina wê di hemû aliyan de û ev beş bi şêwirîn ligel nivîsgeha cîbicîkirinê û fermandeyê giştî yê şoreşê, hemû rêgez û rêberiyeke pêwîst bo vê mebestê derdixe.

Derbarê çekên artêşa şoreşger a Kurdistanê de; di destpêkê de ew çekên ku di destê Pêşmerge de bûn pêk dihatin ji îngilîzî, birno, sîmînov, reşeş, hawenên biçûk, narincok. Ev çek ji çend çavkaniyan bi dest ketine. Çavkaniya yekem civaka Kurdistanê bû ku di serdema Şoreşa Eylûlê de hêj civakeke cotkarî ya şivanî bû, lewma welatiyekî zêde çekên xwe hebûn û dema şoreş dest pê kir, piraniya wan bi çekên xwe çûn nava şoreşê. Herwiha dema şoreş dest pê kir, baregeh û bingehên polîsan û rebayeyeke zêde ya Artêşa Îraqê ket destê Pêşmerge, evan hemûyan çekên cuda tê de bûn û Pêşmerge dest danî ser wan. Çavkaniyeke din a çekan ji wan êrîşan bi dest diketin ku mefrezeyên Pêşmerge dikirin ser Artêşa Îraqê. Herwiha piştî xwegirtina şoreşê û bihêzbûna wê, welatê Îranê ku zanîbûn şoreş hokareke sereke ya lawazbûna desthilata Îraqê ye û ew jî ev dixwestin, gelek caran bi çekên giran alîkariya şoreşê dikirin.

Derbarê cil û bergên Pêşmerge de jî, hemû Pêşmergeyan rank û çoxa xakî li xwe dikirin û kofî û cemedanî yan kilête girêdidan û pişta xwe girêdidan û gore û puzewane (belekpêç) dikirin lingên xwe û gelek gur û gol dihatin xuyakirin. Car caran jî ji aliyê şoreşê ve cil û berg û pêlav dihatin dayîn bo Pêşmerge. Bo xwarinê jî; stûna pişta şoreşê ew xwarin bû ku gundnişînan bo şoreşê dabîn dikirin û ewê peyda dikirin, para Pêşmerge jê didan, ev ligel wê ku di baregehên Pêşmerge de jî xwarin dihat amadekirin. Cihê behsê ye di Şoreşa Eylûlê de bi ti awayî cudahî di navbera xwarina Pêşmergeyê asayî û berpirsiyan de nebû û diviyabû hemûyan heman xwarin bixwarana. Ev bo cil û bergan jî rast e û berpirsiyan diviyabû heman ew cil û bergên xakî li xwe bikirana ku Pêşmerge li xwe dikir.

Di Şoreşa Eylûlê de pêşmergatî ne pileyek bû ku mirov bi hêsanî bigihîştê. Ew welatiyê ku dixwest bibe Pêşmerge, diviyabû ji aliyê baregeheke partiyê ve, çi rêxistin be yan navçe yan jî serleq, piştgirî lê bihata kirin. Herwiha diviyabû bi kêmanî sê mehan bi awayekî ezmûnî bibe Pêşmerge û çavdêriya reftar, rewişt û dilsoziya wî dihat kirin. Şiyana laşî û bergirtina sermayê û germayê dihat ceribandin û diviyabû bê zanîn ka gelo berê xwe dide meşîna bi piyan a dirêj û birçîbûnê, paşê destûr dihat dayîn ku çekê şerefê û parastina welat bike ser milê xwe.

Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê diviyabû xûl bibîne. Diyartirîn xûl bikaranîna çekan bû, ji ber ku ev ji bo parastina xwe û welat girîng bû. Herwiha di rêzên artêşa şoreşger a Kurdistanê de xûlên din jî dihatin vekirin, di nav wan de xûla kadroyan, mamostayan û birînpêçan. Di warê bihêzkirina şiyana serbazî de jî xûlên bêtêl, topavêj û endezyariyê dihatin vekirin. Vekirina van xûlan şoreş bir qonaxeke din û Pêşmerge bi awayekî jêhatîtir parastina xwe dikir û welatiyên xwe diparastin.

Ewê peywendiya xwe bi berpirsiyariyê ve heye di şoreşê de, pîvana bidestxistina berpirsiyariyê di Şoreşa mezin a Eylûlê de ne herimî bû, belkî ew Pêşmergeyê ku berpirsiyariya wî pê dihat spartin, tevî dilsoziya ji bo ax û welat û serkirdatiya şoreşê, diviyabû di dema tengasiyê de li ser xwe û aram be û şiyana çareserkirina pirsgirêkên Pêşmerge û pirsgirêkên welatiyan jî hebe.    

Artêşa Pêşmergeyên Kurdistanê di destpêka şoreşê de dabeşî ser çend qolan bûbû û her qolek ji aliyê Pêşmergeyekî jêhatî û şareza ku serleq bû, serkirdatî dihat kirin. Piştî vê û bi diyarkirî di dawiya sala 1962an de rêxistinên artêşê guherîn û hûrtir bûn û bûn: deste, pel, serleq, batalyon û her yek ji van jî ji aliyê serdeste, serpel, serleq û fermandeyê batalyonê ve dihatin birêvebirin. Sedema vê jî vedigere wan neberdiyan ku Pêşmerge di hemû qolan de nîşan dida û karî ax û xelkekî zêde azad bike û sînorê navçeyên azadkirî firehtir bike.

Ev dabeşkarî heta piştî wergirtina desthilata Îraqê ji aliyê Beasiyan ve her berdewam bû, lê bi firehtirbûna navçeya azadkirî û zêdetirbûna hejmara Pêşmergeyan, tevî cudabûna kêmîneyeke hindik di 1964an de, herwiha piştî pêkanîna Encûmena Serkirdatiya Şoreşê, pêkhateya Pêşmerge jî hat rêkxistin û erk û berpirsiyariyan dabeş bûn. Ev pêşketineke girîng bû ji bo şoreşê û paşê jî di meydana berxwedan û rûbirûbûnê de reng da û Pêşmerge bi serkeftinên xwe yên li pey hev, sepand ku hêzeke ku paşvekişandin pê nayê kirin û dest ji netewe û welatê xwe bernade.

Di berga sêyem û beşa yekem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd de ku Mesûd Barzanî nivîsiye û bi xwe Pêşmergeyê şoreşê bûye û agahdarê hûrgiliyên pêkhateya artêşa şoreşger a Kurdistanê bûye, nivîsiye:

Artêşa şoreşê jî bi vî awayê jêrîn hat rêkxistin:

Serkirdê giştî: Mela Mistefa Barzanî.

Serokê erkan: Nûrî Mela Me'rûf.

Artêşa yek li Badînan, serkirdê wê Es'ed Xoşewî û pêk tê ji:

Hêza Zaxo: bi serkirdatiya Îsa Siwar.

Hêza Dihokê: bi serkirdatiya Elî Xelîl.

Hêza Şêxan û Akrê: bi serkirdatiya Heso Mîrxan Dolemerî.

Artêşa du li Hewlêr: serkirdê wê Reşîd Sindî, pêk tê ji:

Hêza Sefîn: bi serkirdatiya Tahir Elî Walî.

Hêza Kawa li navçeya Pişder: bi serkirdatiya Heso Mîrxan Jajokî.

Hêza Bêtwatê li navçeya Bêtwatê: bi serkirdatiya Elî Şe'ban.

Artêşa sê li Silêmanî û Kerkûkê bi serkirdatiya muqedem Ezîz Akreyî û, pêk tê ji:

Hêza Xebat: bi serkirdatiya Ebdulwehab Etruşî.

Hêza Qeredax: bi serkirdatiya Fazil Talebanî.

Hêza Rizgarî: bi serkirdatiya Tariq Ehmed.

Bi vî awayî be, artêşa şoreşger a Kurdistanê ji sê artêşan pêk dihat û her artêşek ji sê yan çar hêzan pêk hatibû û ti hêzek jî ji sê batalyonan kêmtir nebû û batalyonan jî bi kêmanî diviyabû sê serleqên wan hebûya û her serleqek jî sê pel yan zêdetir hebû û her pelek jî ji sê desteyan kêmtir nebû û her desteyek jî bi kêmanî deh Pêşmerge dihewand.

Çavkanî:
  • Ebdullah Melazade, Şêweyê teşkilata eskerî ya Şoreşa Eylûla mezin, çapa yekem, çapxaneya Minare, Hewlêr-2020.
  • Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, berga sêyem-beşa yekem, dezgeha çap û weşanê ya Rojhilat.
  • Nejm El-Dîn El-Yûsifî, Şoreşa Eylûla mezin, çapxaneya Koleja Şerî'etê-1995.