Şehîd Abas Muhyedîn nasnavê wî Abas Kerdzî ye, di sala 1934an de li gundê Kerdzî ser bi nahiyeya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Abas Kerdzî xêzandar bûye û jina wî navê wê Safiye Xizr bûye û xwediyê kurekî bûye bi navê Ehmed.
Di sala 1961an de bûye kadir di lijneya navçeya cotyaran a ser bi lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1963an de peywendî bi Şoreşa Eylûlê re dike û dibe pêşmerge di betalyona Seyîd Kake ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Beşdarî şerê baregeha polîsên Quştepe, şerê Rişkin, şerê şopandina Bekrecoyê, du şerên nêzî gundê Kerdz, sê caran di şerê derdora gundê Ker Zorî, şerê Bêstane, şerê Serê Berdê kiriye. Di sala 1966an de di şerê gundê Bêstane yê sînorê parêzgeha Hewlêrê fîşeka serbazî ya wê demê ya Îraqê lê ketiye û birîndar bûye.
Di sibata 1969an de di rûbirûbûna serbazî ya wê demê ya Îraqê de, Abas Kerdzî fîşek lê ketiye û şehîd bûye, dûre hevsengerên wî ew veguhastine gundê Dûkere û li goristana gundê wî bi xakê spartine.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




