Şehîd Şukir Bekir di sala 1951ê de li gundê Eliyawa yê ser bi nahiya Dêgela ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û di sala 1976an de piştî vegera wan bo Kurdistanê dûrxistine bo başûrê Îraqê.
XebatnameŞehîd Şukir Bekir di sala 1968an de bûye Pêşmerge di desteya Şehîd Silêman Bîrêjî ku ser bi hêza Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1974an de piştî ku Şehîd Silêman Bîrêjî pileya serleqê sê di batalyona yek a Dola Smaqulî ser bi hêza Sefîn wergirtiye Şehîd Şukir Bekir pileya cîgirê serleq wergirtiye.
Di sala 1976an de piştî dûrxistina wan bo başûrê Îraqê, Şehîd Silêman Bîrêjî mefrezeyeke Pêşmergeyan çêkiriye û dubare rû li çiya kirine ji bo berdewamkirina xebatê, herwiha di vê mefrezeyê de Şehîd Şukir Bekir pileya cîgirê fermandeyê mefrezeyê wergirtiye.
Şehîd Şukir Bekir di rûbirûbûna caş û serbazên rejîma Beis de çar caran birîndar bûye li çiyayê Makok sala 1975an, li devera Zeraretî sala 1976an, li Dola Gulanê sala 1978an û li çiyayê Binebawiyan sala 1978an. Di sala 1980an de li gundê Çiwe ya devera Xoşnawetiyê di rûbirûbûna êrîşa caş û serbazên rejîma Beis de Şukir Bekir Şehîd bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





