Şerê Zembîlfiroş pevçûneke din e di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa rejîma Be's de. Di 22ê Adara 1980an de, hêzeke Pêşmerge kemînek ji bo hêzeke Artêşa Iraqê li ser rêya sereke ya herêma Batîfa danî, hêza artêşê ket kemînê û ziyanên mezin dîtin, di vê navberê de, hêzeke din a lîwaya Batîfa ya girêdayî Artêşa Iraqê gihîşt cihê bûyerê ji bo piştevanî û alîkariya hêza xwe ya têkçûyî, bi gihîştina wan re pevçûnên dijwar di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşê de derketin, çend saetan berdewam kir, li ser vê yekê, hêzên Pêşmerge hêzên Artêşa Iraqê têk birin û neçar kirin ku vekişin cihên xwe yên berê bi dîtina ziyanên giran di can û alavên serbazî de.

Piştî karesata Şoreşa Eylûlê 1975an, rejîma Be's hemû hêz û hewldanên xwe xist kar ji bo pêşîgirtina li destpêkirin û derketina şoreşa Kurdî û sînordarkirina Çalakî yên Pêşmerge, ji bo vê armancê çend hêzên çekdar ji çeteyên Kurd û kirêgirtiyan wekî mufrezeyên taybet ava kirin, ji bilî vê, piştî derketina şerê di navbera Iraq û Îranê de di Eylûla 1980an de, çend fuj ên sivik vekirin ku bi hezaran Kurd çekdar kirin, tevî vê yekê hemû deverên Kurdistanê bi hêzên serbazî yên mezin ji firqe û lîwa û fujan dorpêç kirin, bi piştgiriya çekên giran, tank, top û balafirên şer. 

Derbarê şoreşê de, piştî Kongreya Nehem a Partî Demokrat a Kurdistanê di Mijdara 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê (2), û li gorî biryarên Kongre, pêwîstî û amadekarî hatin kirin ji bo şandina hêzên Pêşmerge careke din bo Kurdistanê bi şêweyê kom û yekîneyên taybet, ji bo peywendîkirina bi alîgirên şoreşê re û destpêkirina karê rêxistinî li bajaran û pêkanîna Çalakî yên Pêşmerge.

Di 22ê Adara 1980an de, hêzeke ji nêzîkî (55) kes ji Pêşmergeyan bi fermandariya Elî Qadir, Osman Qasim, Sedo Kurkî û Omer Elî, dabeşî çar koman bûn, di dema mijûlbûna bi erkên xwe yên Pêşmerge li Batîfa ya herêma Badînan, agahî wergirtin ku Sedam Husên serokê rejîma Iraqê yê wê demê dê serdana herêmê bike, ev yek firsendeke zêrîn bû ji bo hêzên Pêşmerge ji bo pêkanîna Çalakî yên xwe, lewma di destpêka sibehê de kemînek li ser rêya sereke ya herêmê danîn, ku di saet 30 :11an de çar otomobîlên serbazî yên cureyê Îfa derketin û ketin kemîna Pêşmerge, bi yekem guleyên hêzên Pêşmerge re hemû ew çar otomobîl hatin şikandin, di nav leşkeran de ziyanên canî ji kuştî û birîndaran çêbûn.

 Di vê navberê de, hêzeke serbazî ya girêdayî lîwaya Batîfa ya Artêşa Iraqê ji beşa rojhilatê herêmê gihîşt cihê pevçûnê ji bo alîkariya hêza têkçûyî, herwiha hêzeke din a serbazî ya girêdayî fuj ê Sehl Ceyî, û hêzeke girêdayî fuj ê Efkenî û hêzên Bedir ên girêdayî firqeya Zaxo gihîştin qada şer, di encamê de, şerekî dijwar di navbera hêzên hikûmetê û hêzên Pêşmerge de derket û heta tarîbûnê berdewam kir, paşê hêzên hikûmetê têk çûn û vekişiyan yekîneyên xwe yên serbazî.

Piştî têkçûna Artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge cih hiştin û ber bi gundê Bêgobarê ve çûn, paşê ber bi gundên Belîcanê, Kurka, Heşara û Berê Brîskê ve, û di rojê de xwe vedişartin û bi şev dimeşiyan heta gihîştin baregehê şaxê yekem ê Partî. 

Artêşa Iraqê di wî şerî de ziyanên giran dîtin, ku nêzîkî 120 leşker û ji xwediyên pile û rêzên serbazî yên bilind hatin kuştin û birîndarkirin, û di vî şerî de du Pêşmerge Şehîd bûne ku ew jî Salih Xîlafetî û Huseyn Me'ruf bûn, û termên wan ketin destê hêzên serbazî yên girêdayî rejîmê, herwiha du Pêşmerge birîndar bûn û sivîlek bi navê Ehmed Yehya Teyib Şehîd bûne.

 

Çavkanî:

1- Muhemmed Murad, Xebata Çiya, bîrhatin û serhatiyên şoreşa Gulanê dinavbera salên (176-1989) da, (çapxana Kurdistanê- Zaxo- 2007).      

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarim, 1975-1990 Şoreşa Gulan, beşî duwem, çapî yekem, (çapxaney Roksana- 2021).

(2) Destey înskilopîdiya Partî Demokratî Kurdistan, mêjûy Partî Demokratî Kurdistan – Kongrê û konfras(proyram û peyrewî nawxo), bergî yekem, çapî yekem, çapxaney Rojhelat, 2021).

(3) Hacî Mîrxan Dolemerî: geran bedway dadperwerîda, bergî duwem, çapî duwem, çapxaney Rojhelat- Kurdistan- 2021).