Piştî zêdetirî salekê ji rawestandina şer di navbera hikûmeta Iraqê û Şoreşa Eylûlê de, rejîma Ebdulselam Arif ji sozên xwe yên di peymana rawestandina şer de hatine, paşve gav avêt, û di dawiya adara sala 1965an de careke din şer li ser Kurdistanê ferz kir, ku rejîmê bawer dikir ku dabeşbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şoreşa kurdî wextê guncaw e bo destpêkirina êrîşan, tişta ku dê derfetên wan ên bidestxistina serkeftinê zêde bike. Di payîza sala 1965an de Artêşa Iraqê êrîşeke mezin bo ser çiyayên Binî Herîr û Zênêtir kir, û şerekî dijwar bo dema sê rojan berdewam kir, ku bû sedema kuştina hejmareke mezin ji leşker û çekdarên kirêgirtî.
Di dema wî şerî de, Topxaneya Şoreşê roleke girîng û bandorker di topbarankirina hêzên Iraqê de lîst, nemaze kampên leşkerî li deşta Herîrê bi bikaranîna topên 25 lîreyî, yên ku efserê Topxaneya Şoreşê mûlazim Xidir Ebdullah Debax çavdêriya wan dikir, ku topxane karî ziyanên giran bide Artêşa Iraqê û aloziyeke mezin di kampên wan de çêbike. Ev yek ji pesn û rêzgirtina fermandeyê Pêşmerge Yûnis Rojbeyanî li eniya şer diyar dibe, ku bi rêya bêtêlê spasiya wan kir û serkeftina wan pîroz kir.
Sala 1965an û sala piştî wê ji salên herî dijwar ên temenê şoreşê bûn, ku gelek şerên dijwar dîtin û tê de serkeftinên mezin hatin bidestxistin, di heman salê de, fermandariya şoreşê ji navçeya Pişderê bo navçeya Balkayetiyê heta karesata sala 1975an hat veguhestin, lewma hikûmetê piraniya hêz û şiyana xwe û giraniya êrîşên xwe yên bejahî û asmanî ber bi wê navçeyê ve bir, bi armanca gihîştina bi fermandariya şoreşê bi zûtirîn dem û bidestxistina serkeftinê li ser wê, û bi vî awayî têkbirina wê di paşerojeke nêzîk de.
Wekî ku diyar e, ew şerên ku di wê heyamê de qewimîn bo dema salekê berdewam kirin, bêyî ku hikûmet bikare serkeftineke yekalîker bi dest bixe, û tevî ku karî kontrola hin bajar û bajarokan bike, lê navçeyên çiyayî bo hêzên Pêşmerge bo berevaniyê guncawtir bûn, ku karîn ziyanên giran bidin hêzên hikûmetê, û ev tişta ku bi rastî qewimî, bi giştî, Artêşa Iraqê di wan şeran de ziyanên mezin dîtin, ku termên gelek efser û leşkeran li qadên şer hatin hiştin, herwiha bi dehan perçeyên çekên cuda ketin destê hêzên Pêşmerge, û ev yek bû sedema ku hikûmet neçar bibe hejmara leşker û amûrên şer li eniya şer zêde bike.
Çavkanî:1- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, (Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn- Hewlêr – 2012).
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem, (Hewlêr- 2004).
3- Mûlazim Xidir Ebdullah Debax, Topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin, çapa sêyem, (Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- Hewlêr- 2020).
4- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizûtneweya rizgariya kurd de, (Çapxaneya Hêvî- Hewlêr- 2019).


