Berdewamiya çalakiyan û lêdana hêzên hikûmetê li gelek herêman hêz û kelecaneke zêdetir da rêzên Hêzên Pêşmerge û şoreşa şerê çeteyî, di 6ê kanûna pêşîn a 1986an de, hêzeke Pêşmerge bi serokatiya Şimal Zêbarî berpirsiyarê Komîsyona herêmî ya Şêxan biryar da ku kemînekê li herêma di navbera Siwartûka û Zawîteyê de deynin, piştî gihîştina zanyariyan derbarê hêzeke Artêşa Iraqê ku ji du zirêpoş û du otomobîlên serbazî yên cureyê Îfa pêk dihat û di destpêka sibehê de bo pişkinîn û parastina rê li navbera Siwartûka û Zawîteyê de digeriyan.

Lê armanca wan a sereke rêgirtina li tevgera Pêşmerge li herêmê bû [1] Hêjayî gotinê ye ku beşek ji şer û çalakiyên ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dikirin, danîna kemînan bû ku dikaribû ziyanên mezin bigihîne hêzên serbazî yên hikûmetê [2].

Hêzên Pêşmerge yên ku bo cîbicîkirina vê operasyonê hatibûn erkdarkirin ji (50) Pêşmergeyan pêk dihat ku amade bûn û planên jêrîn danîn:

- Komeke ji (10) Pêşmergeyan li binê rê xwe veşartin heta hêzên serbazî yên hikûmetê nêzîkî wan bibin da ku bikarin guleyan berdin ser wan.

- Komeke din a wan çekên giran ên wekî reşeşan û BKS di destê wan de bû û çavdêriya barûdoxê li jorê rê dikir. Eger koma yekem a Pêşmerge erkê xwe cîbicî kir, ew ê parêzvaniyê li Hêzên Pêşmerge li cihê bûyerê bikin, û guleyan berdin ser leşkerên nêzîk li herêmê, herwiha eger bo rizgarkirina hêzên xwe yên têkçûyî ji Duhok û Sersinkê hatin, ew ê rê li wan bigirin [3].

Hêza Pêşmerge bi tevahî bi şev tevgeriya heta gihîşt cihê nêzîkî cihê çalakiyê, paşê komeke Pêşmerge ya ku biryar bû li binê rê xwe veşêrin çûn cihê xwe yê diyarkirî û kemînek danîn, û koma duyem 300-400 metreyan ji koma yekem dûr bûn ku li cihê diyarkirî belav bûn.

Bi saetên destpêkê yên berbangê re Hêzên Pêşmerge li benda gihîştina hêzên serbazî bûn, lê dereng man, û Hêzên Pêşmerge hinekî ji nebûna wan nîgeran bûn, lê guman kirin ku dibe ku hatibin agahdarkirin û planên wan hatibin eşkerekirin. Lewma biryar dan ku her otomobîleke serbazî ya ku bi rê re derbas dibe bikin armanc û guleyan berdin ser. Dema saet bû heftê sibê, ji nişka ve otomobîleke ji cureyê Îfa ya tije leşker ji Sersinkê ber bi Duhokê ve hat, û gava otomobîla serbazî gihîşt wan, ji her du aliyên rê derketin û bi fuzeyên Arpîcî û Kalaşnîkovan gule berdan û otomobîl têk birin, hemû kesên tê de hatin kuştin ji bilî leşkerekî ku rizgar bû û hat dîlkirin, û Pêşmerge di nav leşkerên kuştî de geriyan û çekên wan ku tivingên Kalaşnîkov bûn kom kirin.

Di wê kêliyê de hêzeke serbazî ji Duhokê û hêzeke din ji Sersinkê bo rizgarkirina leşkerên xwe gihîştin, Pêşmerge û leşkeran rûbirûyî hev bûn û şer germ bû, û tank û zirêpoşên artêşê hewl dan bigihîjin otomobîla têkçûyî, lê ji ber parêzvaniya bihêz a Pêşmerge nekarîn, û şer heta nîvro berdewam kir û Hêzên Pêşmerge kom bûn û biryara vekişînê dan.

Rêjîma Iraqê gelek aciz û nîgeran bû ji çalakiyên Pêşmerge, ji ber ku Hêzên Pêşmerge kengê û li ku derê bixwestana êrîşî hêzên wan dikirin û ziyanên mezin digihandin wan, û bo tolhildanê artêşê herêma Mezûrî topbaran kir [4].

Çavkanî:
  1.  Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  2. Şimal Zêbarî: Hinek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
  3. Siwartûkahttps:// 3arf.org/wiki/

[1] Şimal Zêbarî: Hinek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l352.

[2] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l62.

[3] Şimal Zêbarî: Heman çavkanî, l352.

[4] Şimal Zêbarî: Heman çavkanî, l 354