Damezrandin Partiya Dêmokrata Kurdistanê Di 16ê tebaxa 1946an de di dîrok û edebiyata partiyê de qewimî û beşek ji bîranînên wê ye [1], û her sal hemû endam û alîgir û Pêşmerge bi coşeke mezin salvegera damezrandina wê pîroz dikin, û bi her awayî pîrozbahiyan li vê salvegerê dikin, dema ku Hêzên Pêşmerge çalakiyên şerê çeteyî û êrîşkirina ser binkeyên Artêşa Iraqê û dezgehên wê yên serbazî dikirin û ziyanên giran pê digihandin.

Yek ji van çalakiyên Hêzên Pêşmerge di vê boneyê de plankirina lêdana dezgehên serbazî yên Be'sî bû, ev çalakî ya Hêzên Pêşmerge êrîşkirina ser rabiya (binkeyên) Artêşa Iraqê li ser rêya Seyîdsadiq-Şanderî bû, piştî ku Pêşmerge êrîşî binkeyên wan kirin û şerekî dijwar li gel wan kirin, tiştê xwestin kirin û ziyanên giran pê gihandin, û Pêşmerge ti ziyan nedîtin, lê piştî vegera wan ketin kemînekê ku artêşê ji wan re danîbû, piştî berxwedaneke qehremanane û şerekî germ çar Pêşmerge Şehîd bûne ku ew in (Fermandey Ebûbekir Hacî Osman û Elî Resûl cîgirê berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê û Celal Mihemed Dolsorî û Şehab San Ehmed)[2].

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Pêşmerge her tim bi planeke mukem şer dikirin û çalakiyên serbazî pêk anîn da ku têkoşîna ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê berdewam bikin, ku bi rêya êrîşkirina ser binke û dezgehên serbazî yên hikûmeta Iraqê ziyanên mezin gihandin dijminê xwe, heta di dema boneyan û pîrozbahiyan de jî destûr nedan ku dagirkerî di siyaseta xwe de aramiyê bibîne, belê lêdaneke bihêz lê dan û ziyan gihandinê, û ev wek peyamekê bû bo berpirsiyarên hikûmetê ku şoreş berdewam e û bi şêweyê şerê çeteyî li vir û wir berdewam dike û ziyanê digihîne berjewendiyên hikûmet û sîstema Be'sî.

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulan, beşa duyem, çapa yekem, Çapxaneya Roksana, 2021.
  2. Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê: Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Kongre û konferans (program û peyrewê navxwe) çapa yekem, 2021.

[1] Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê: Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Kongre û konferans (program û peyrewê navxwe) çapa yekem, 2021, l10.

[2] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulan, beşa duyem, çapa yekem, Çapxaneya Roksana, 2021, l60