Peywendiya şoreşê û hikûmeta Îraqê di serdema Be's de ku ji bo cara duyem desthilat girtibû dest, bi rewşeke taybet re derbas dibû, bi taybetî di dawiyên sala 1968 heta dawiyên 1969 de, ji ber ku tîma Mekteba Siyasî ya kevn ji şoreşê vegeriyabûn û peywendiya wan bi hikûmetê re hebû, rojane hêzên wan mil bi milê hêzên Artêşa Iraqê êrîş û peyamar bo ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de zêde kiribûn û heta radeyekê di pêşrewiyê de bûn li Dola Jafayetî, Sîwêl, Şarbajêr, Siroçk, Helebce, Biyare, Tewêlê, Dûkan, Bêtwên, Pişder û Raniye.
Hêzên hikûmetê di êrîş û peyamarên xwe de li Sûrdaş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ziyanên mezin dîtibûn, lewra wek gurên har her rojê peyamarî cihekî didan li Casene, Gencîne û Qemçûxe ji bo ku wan vegerînin bin desthilata xwe, lê hewldanên wan bê encam bûn. Herdan Tikritî, Wazîrê Berevaniyê yê wê demê, piştî hemû wan şikestên artêşê li hember Pêşmerge serdana Kurdistanê kir û ligel firqeya yek û du nexşeyeke berfireh a êrîş û peyamarê bo ser navçeyên şoreşê li sînorê Silêmaniyê danî. Di 25ê Çiriya Pêşîn a 1969 de hêzên hikûmetê bi piştgiriya tank, top, zirêpoş, firokeyên şer û hejmareke zêde ya çekdarên kirêgirtî (caş) êrîş kirin ser navçeyên Qeladizê, Çiyayê Asos, Merge, Kêwereş, Dola Şehîdan, Zînere û Çiyayê Ezmer. Şerekî xwînawî yê dirêj li rûberekî erdnîgarî yê berfireh dest pê kir. Tenê li navçeya Qeladizê lîwayên heft, çarde û bîst ligel fewjek û çend seriyên mugawîran beşdar bûn.
Her çend Artêşa Iraqê karî bigihîje Qeladizê piştî hewldaneke zêde û berxwedana Pêşmerge ji bo maweya 14 rojan, lê ziyaneke gelek mezin dît, bi taybetî li Dola Şehîdan ku şer ji bo maweya çend mehan berdewam bû, herwiha li Çiyayê Makok hêzên hikûmetê tûşî şikesteke mezin bûn. Li navçeya Sûrdaş Artêşa Iraqê çend êrîşên li pey hev kirin ser sengerên Pêşmerge li Qizler, Qel Qele, Casene, Gencîne, Qemçûxe û Çiyayê Sara, lê tevahiya êrîşên wan têk çûn û ziyanên zêde dîtin. Digel hemû van, hêzên baskê Mekteba Siyasî ya kevn jî di peyamarên xwe de dudilî nedikirin bi hemahengiya hêzên Artêşa Iraqê bo ser Pêşmerge û navçeyên di bin desthilata şoreşê de.
Di nîveka Çiriya Paşîn a 1969 de wek beşek ji êrîşa giştî ya hêzên hikûmetê, hêzeke mezin a tîma navborî li derdora Gola Dûkanê bi mebesta peyamarkirina Hêzên Pêşmerge û baregeha serkirdatiya wan li Çiyayê Sûrdaş ber bi gundê Bergelû pêş ketin. Hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Hacî Şêx Qadir, berpirsê batalyonê di Hêza Rizgariyê de, li wan rabûn û rê li wan girtin, bi awayekî rûbirûyê wan bûn heta ku şikest nedan wan dev ji wan bernedan. Laşê 13 çekdaran li meydana şer hiştin û mayîna hêza wan reviyan û xwe spartin serbazgeha artêşê li Dûkanê.
Ev jî nîşana wê rastiyê ye ku baskê Mekteba Siyasî ya kevn di şer firotinê bi Şoreşa Eylûlê bi hevkariya piştgiriya rejîma Be's berdewamiya wan hebû. Ev jî plan û ceribandineke rejîma Be's a nû bû ji bo ku têbigihên ka tîma navborî heta çend dikare bi ser Şoreşa Kurdistanê de bi ser bikeve û xewnên wan pêk bîne ku xwe di astengkirina şoreşê de didît, lê hewldanên wan serkeftin bi dest nexist û vala derketin.
Çavkanî:1- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê: avakirin û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem, Îraq - 2004.
3- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Duhok - 1999.
4- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Hemê Sûrçî, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr - 2023.
5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr - 2012.





